Hevşaredarên Erdîşê li ser kar in: Bend wê rabin

Hevşaredarên navçeya Erdîşê ya Wanê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala, li gel astengiyên polîsan jî dest bi wezîfeya xwe kirin.

Hevşaredarên Erdîşê yên HDP'î ku 15 roj piştî hilbijartinê Mazbatayên xwe roja Duşemê wergirtin, dest bi kar kirin.

Hevşaredar û encûmenên şaredariyê jî di nav de bi sedan kes ber bi avahiya xizmetê ya Şaredariya Erdîşê ve meşiyan.

Hevşaredar û şêniyên navçeyê xwestin bikevin avahiya şaredariyê, lê belê bi sedan polîsên ku bi TOMA û wesayitên zirxî yên bi tîpa Akrep li ber şaredariyê bûn, nehiştin girseya gel bikeve hundir. Destûr dan ku tenê Hevşaredar û endamên encûmenê bikevin hundir.

Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyeke kurt dan û diyar kir, şaredarî mala gel e û ew qebûl nakin ku polîs pêşî li gel bigirin.

Çetîn got, "Çawa ku me soz daye gelê xwe, em ê deriyê şaredariyê heta dawiyê li gelê xwe vekin. Bendên li ber şaredariyê wê di demeke kurt de bên rakirin."