Hevşaredarên bajarê mezin ên Wanê dest bi wezîfeya xwe kirin

Hevşaredarên bajarê mezin ên Wanê yên HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci piştî ku mazbatayên xwe wergirtin, dest bi peywira xwe kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci bi sedan kesan re çûn şaredariyê û dest bi erka xwe kirin. Hevşaredar û girseya bi wan re xwestin ji ber avahiya HDP’ê ya Bajêr heta şaredariyê bimeşin, lê polîsan destûr neda. Welatiyan li ser vê yekê ketin navbera kolanan û hatin ber avahiya şaredariyê. 

Ozgokçe, li ber avahiya şaredariyê xîtabî gel kir û wiha got: “Tayînkirina qeyûm darbeyek mezin e. Sedema vê darbeya li dijî HDP’ê, ji ber ku li Tirkiyeyê bi AKP û MHP’ê daye windakirin. Bi destê YSK’ê carek din qeyûm tayînê vîna me kirin. Mazbateyên Hevşaredarên me yên li navçeyan bi dengek mezin qezenc kirin û gel tercîha xwe ji wan danî teslîmê namzetên AKP’ê kirine yên ku bi ser neketine. Em ê vê biryarê tu carî qebûl nekin. Heta bêje gelê me xwedî vîna xwe derket. Divê hemû kes rêzê bide vê vînê. Namzetên AKP’ê yên mazbatayên hevşaredarên me girtin gelo wê çawan derkevin hizûra gelê me û li rûyê gelê me mêze bikin? AKP’iyên mazbata girtin divê demildest îstîfa bikin.” 

Mûstafa Avcî jî dûre axivî û wiha got: “Ev şaredarî şaredariya gel e. Şaredariyên me xesp dikin û bi zorê ji me distînin. Me carek din vîna xwe danî holê û şaredariyên xwe qezenc kirin. Ev serkeftin, serkeftina we ye.”