Hevşaredarê Rêya Armûşê di hucreya yek kesî de tê girtin

Diyar bû ku Hevşaredarê Rêya Armûşê Azîm Yacan li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê di hucreya yek kesî de tê girtin û rayedarên girtîgehê li gel hemû serlêdanan jî Yacan nabin qawîşê.

Hevşaredarê Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan di 8’ê Mijdarê de hatibû destgîrkirin û di 11’ê Mijdarê de jî hatibû girtin. Yacan  şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê û dûre ew biribûn Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.
 
Yacan ê ku li Girtîgeha Erziromê 3 rojan di hucreya yek kesî de girtin, piştre kirin qawîşa yek kesî. Yacan ji bo ku bidin qawîşek pir kesî gelek caran serlêdan kir, lê hemû serlêdanên wî hatin redkirin. Rojname, pirtûkan nadin Yacan û her wiha TV'yê jî nadinê.
 
‘DIXWAZIN ME PERÎŞAN BIKIN’
 
Hatîce Yacan derbarê hevserê xwe wiha got: “Ev du hefte ne, nahêlin ku Yacan bi tu kesî re hevdîtinê bike. Ji bo ku ev pêkanîn bi dawî bibe û hevjînê min bigirin qawîşeke pir kesî gelek caran serlêdan kiriye. Lê tu encam derneket holê. Ev çend roj in hevjînê min nikare xwarinê bixwe. Duh xwest ku parêzerên wî biçin serdana wî. Divê ev pêkanîn bi dawî bibe. Dixwazin me bi van pêkanînan perîşan bikin. Bi van kirînên xwe, hewl didin malbatan û girtiyaan bixin nava zor û zehmetiyan. Ez banga piştevaniyê li raya giştî dikim.”