Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn nehate berdan

Rûniştina yekem a Hevşaredarê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn pêk hat.

Di çarçoveya operasyona li Erziromê pêk hat de Hevşaredarê Qereyazî Bûrhanettîn Şahîn, Fesîh Polat, Adil Bîngol, Mahmût Mîmendag, Mehmet Kara, Mûhammed Fadûlah Kamiş, Emrah Polat ên 31’ê Tebaxa 2020’ê hatin destîgkririn û pişt 4 rojan hatin girtin li gel Pinar Ozcan û mehmet Saît Ozcan ji derve dihate darezandin ku bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ dihatin darezandin rûniştina yekem a dozê pêk hat. Rûniştina ku li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Erziromê pêk hat, hemû bersûcên girtî û negirtî li gel parêzeran amade bûn.

Rûniştina bi tesbîta nasnameyan destpê kir, Hevşaredar Bûrhanettîn Şahîn ê parastin kir, sûcên li ser tên kirin red kir, daxwaza berdanê kir. Girtiyên din û parêzer jî daxwaza berdanê kirin.

Piştî navbera hate dayîn û şûnde heyeta dadgehê biryara berdana Adîl Bîngol û Fesîh Polat da, ji bo her 5 kesên din jî biryara domandina girtinê da û rûniştin taloqî 7’ê Nîsanê kir.