Hevşaredarê Gêlê Mustafa Akkul hate girtin

Hevşaredarê Gêlê Mustafa Akkul ê ku hatî destgirkirin, bi îdîata “Endambûna rêxistinê” hat girtin. Hevşaredara Farqinê Toprak û Licê Mercan, li gel qedexeya derketina ji dervey welat, heta ku lêpirsîn bi dawî dibe cezayê hebsa malê lê birîn.

Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, Hevşaredarê Licê Tarik Mercan û Hevşaredarê Gêlê Mustefa Akkul yên ku bi biryara Wezîrê karûbarên hindir ji kar hatin dûrkirin û li cihê wan kayûm bi cihkirin, piştî karûbarên wan yê li midûryeta Emniyeta navçeyê sewqî Adliyeya Amedê kirin. Piştî ifade hatin girtin, bi îdîaya “Endambûna rêxistinê” Toprak, Mercan û Akkul bi daxwaza girtinê şandin dadgeriya Cezayê Sulhê.

Dadger, Hevşaredara Farqinê Naşîde Toprak û Hevşaredarê Licê Tarik Mercan, li gel qedexeya derketina ji dervey welat, heta ku lêpirsîn bi dawî dibe cezayê ji mala xwe dernekeve lê birîn. Hevşaredarê Gêlê Mustefa Akkul jî bi îdîaya “Endambûna rêxistinê” hate girtin.