Hevşaredarê Findikê Ece hate girtin
Hevşaredarê bajaroka Findikê Ahmet Ece, bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin.
Hevşaredarê bajaroka Findikê Ahmet Ece, bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin.
Hevşaredarê bajaroka Findikê yÊ navçeya Cizîr a Şirnexê Ahmet Ece ku serê sibehê li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê hatibû binçavkirin, hat girtin. Hevşaredar Ece bi rêya SEGBÎS'ê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê beşdarî dozê bû. Heyeta dadgehê di derbarê Ece de bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" biryara girtinê da. Hat diyarkirin ku Ece birine Girtîgeha Metrîsê.
Her wiha 5 welatiyên ku beriya 3 rojan li Cizîrê hatibûn binçavkirin jî, piştî îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê hatin berdan.