Hevşaredarê DBP’yî hat girtin

Hevşaredarê bajarokê Bêspînê Abdulgaffûr Ruzgar ê ku îro li cihê wî qeyûm hatibû wezîfedar kirin, hat girtin.

Hevşaredarên bajaroka Bêspîna navçeya Silopiya Şirnexê Abdulgafûr Ruzgar û Suheyla Bûlgûl ên ku di 7'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li Qereqola jemdermeyan a Silopiyayê bi dawî bûn, derxistin Dozgeriya Şirnexê. Dozgeriya Şirnex bi daxwaza girtinê hevşaredar sewqî dadgehê kirin. Dadgeha Cezayên Sûlhê ya

Şirnexê di derbarê Ruzgar de bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" biryara girtinê da û hevşaredar Bûlgûl jî hate berda.

Hat diyarkirin ku Ruzgar birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.