Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli hate girtin-NÛ BÛ

Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli hate girtin.

Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli yê ku li şûna wî qeyyûm hatibû peywirdarkirin bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ hate girtin.

Li gel Mizrakli Hevaşredarê Bedlîsê Orhan Ayaz hevşaredara Peyîzava Kezban Yilmaz û hevşaredara Kocakoy Rojva Nazli er di encam serdegirtinan de hatibûn destgîkirin.

Her çar şaredar piştî kar û  barên li enmiyet û jandermeyan sewqî edliyeyê hatin kirin.

Mizrakli û Ayaz piştî îfadeya li dozgeriyê û şûnde bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin û Mizrakli bi sûcê 'endamtiya rêxistin' û 'propagandakirina rêxistinê' hate girtin.

Dadgehê bi sûcê 'endamtiya rêxistinê', 'propagandakirina rêxistinê' û 'kîn û nefretê nava gel de rakirinê' hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz berda.

Karûbarên hevaşaredar Kezban Yilmaz û Roja Nazlier jî ya li dozgeriyê dewam dike.