Hevşaredara Pasûrê hat sirgûnkirin
Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran a dîl hatiye girtin, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Rihayê hat kirin.
Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran a dîl hatiye girtin, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Rihayê hat kirin.
Hevşaredara navçeya Pasûr a Amedê Sadiye Suer Baran, roja 6'ê Çileyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hat girtin. Hevşaredar ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê sirgûnî Girtîgeha Girtî Hejmara 2. a Tîpa T ya Rihayê hat kirin.
Li gorî agahiyan, Baran duh danê sibehê birine Rihayê.