Hevşaredarên HDP'î Yildiz, Yilmaz û Naziler hatin girtin

Hevşaredara Erdîş Yildiz Çetîn, hevşaredara Peyîzava Kezban Yilmaz û hevşaredara Kocakoy Rojda Nazlier ên a di operasyona qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin, hatin girtin.

Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn a 15’ê Cotmehê di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin û vê sibehê li şûna wê qeyûm hate danîn, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê bi îdîaya ‘endama rêxitinê’ hate girtin.

Hevşaredar Bayram Çîçek jî ‘bi şertê kontrola edlî’ hate berdan.

YILMAZ Û NAZLIER JÎ HATIN GIRTIN

Hevşaredara Peyîzava Kezban Yilmaz û hevşaredara Kocakoy Rojda Nazlier ên duh di saetên sibê de hatin destgîrkirin û li şûna wan qeyûm hatin danîn lewqî Edliyeyê hatin kirin. Yilmaz û Nazlier ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulh a Nobedar ve bi hinceta 'endamên rêxistinê' htin girtin.