Hevşaredar Orencî ya di girtîgehê de rakirin nexweşxaneyê

Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî ya ku peywira wê hatibû desteserkirin, ew rakirin nexweşxaneyê.

Hevşaredara Qelqeliya Wanê Dîlan Orencî di 6’ê Kanûnê de hatibû destgîrkirin û di 9’ê Kanûnê de jî hatibû girtin. Orencî di Girtîgeha Tîpa T a Wanê nexweş ket û hate ragihandin ku ew rakirine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê.

Hate ragihandin ku Orencî ji ber nêma di rû, gewde û hinavê wê de, bedena wê werimiye û ew rakirine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê. Hate ragihandin ku Orencî hê jî di nexweşxaneyê de ye.