Hevrêyên Têkoşer Botan soza pêkanîna armancên wî dan

Ciwanên Şengalê şehîd Têkoşer Botan bi bîr anîn û destnîşan kirin ku wê li ser rêya şehîdan bin.

Hevrêyên gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Elyas (Têkoşer Botan) ê li Metînayê şehîd bû, ji ANF'ê re qala kesayetiya Têkoşer Botan kirin û diyar kirin ku ciwanên Êzidî wê heta dawiyê li ser şopa şehîd Têkoşer bin.

Kurmamê Têkoşer Botan, Ziyad Celal got, "Şehîd Têkoşer mirovekî pir bi moral bû. Hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê malbatî ve her tim dixwest ji bo civaka xwe kar bike. Daxwaza wî ya sereke ev bû." Ziyad Celal diyar kir ku wê li ser rêya şehîdan bin û destnîşan kir ku wê dest ji vê dozê bernedin.

Ziyad Celal bi dewamî got, "Di nava malbatê de şeş bira bûn, ew ê herî biçûk bû. Lê belê her tim moral dida derdora xwe. Pêwîste ciwanên Êzidî li ser şopa wî bin."

Rojhat Şengalî jî diyar kir ku ku şehîd Têkoşer yek ji wan ciwanên Êzidî bû ku bi berpirsyarî nêzî parastina civakê bû û got, "Me her tim dixwest hin tiştan jê werbigirin. Mixabin ew hate şehîdkirin. Lê em soz didin ku em ê her tim li pey xewn û xeyalên wî bin. Heta dawiyê ew ê di dilê me de be."