Hêvî Sarya ya MLKP'yî: Bi berxwedana milîtanî ya gel faşîzm hildiweşe

Ji Rêxistina Komunîst a Jinan a MLKP'ê Hêvî Sarya diyar kir êrîşkariya rejîma Enqerê encex bi berxwedana gel a milîtanî û bi çalakiya çekdarî dikare were hilweşandin.

Pêngava şoreşger ya ku bi dirûşma, ''Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê pêk bînin'' Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) dayî destpêkirin bi çalakiyên cihê didome. Hêvî Sarya ku ji pêkhateyên HBDH'ê li ser navê Rêxistina Jinan a Komunîs /MLKP derheqê armanca pêngavê axivî.

Sarya got, ''Me pêngaveke nû ya şoreşger da destpêkirin. Rêgeza damezirandina me HBDH û KBDH'ê ew e ku li ser van xakan em faşîzmê û mêtingeriyê hilweşînin, li Tirkiyê û Kurdistanê şoreşa yekbûyî pêk bînin.''

Sarya bi berdewamî diyar kir, ''Tevgera me ya ku darbeyan li dijmin dide, îro xwe ji bo tevgera leşkerî ya şoreşger a herî mezin hazir dike. Em ê dîktatoriya mêtingeriya faşîst hilweşînin, çîna burjuva ya faşîst hilweşînin, wê gelên me û azadiya jinan bi ser bikeve.''

Hêvî Sarya derheqê rola sereke ya pêngavê got,''Pêkanîna rêxistiniyên polîtîk leşkerî ku zemînê ji raperîna gel a çekdarî re çêbike. Em ê milîsên xwe yên ku bi derbên leşkerî yên karîger dijmin şok bike bi asta herî bilind rêxistinî bikin. Li dijî êrîşên dijmin ku ji her eniyê ve tîne, bersiva me wê ji her eniyê be. Bi milîsên bîreweriya wan a xweparstinî xurt, em ê eniyeke girseyî û yekbûyî pêk bînin.''

Ji Rêxistina Jinên Komunîst/MLKP Hêvî Sarya derheqê armanca sereke ya pêngavê jî wiha got: ''Yek ji armanca sereke ya seferberiya şoreşger ew e ku gelê me, jinan, nasnameyên zayendî yên çewisandî ku bi salan e li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zext û zordariya rejîma mêtingeriya faşîst dijîn azad bikin û serfiraziya şoreşa demokratîk pêk bînin.''

Hêvî Sarya banga têkoşîna raperîna çekdarî kir û got, ''Em hemû çewisandî bi wêrekî şerê çînî geş bikin, agirê şoreşê xweş bikin. Em vê pergala mêtingeriyê û zextê encex bi raperîneke gel a çekdarî, bi şoreşeke demokratîk dikarin ji holê rakin. Encex bi têkoşîneke milîtanî, têkoşîna dadmendiyê dikare tiştina bi dest ve bîne, siyaseta qeyûma ku vîna gel tin dihesibîne were astengkirin, hişmendiya ku dixwaze yasayên Peymana Stenbolê betal bike, were paşvexistin, têkoşîna karkerên madenan dikare bi ser bikeve.''

Ji Rêxistina Jinên Komonîst /MLKP Hêvî Sarya her wiha got: ''Rojeva me ya sereke geşkirina şertên raperîna çekdarî ya gel e. Polîtîkayên bi dijminatiya gel û jinan a rejîma Qesrê, êrîşên li ser hêzên pêşeng berbiçav in. Ev êrîş encex bi berxwedaniya gel a milîtanî, bi çalakiya çekdarî dikare were bersivandin. Bi her rengî em ê bersivê bidin van êrîşên bê hed û hesab. Em ê hemû derfetên xwe di ber vê pêngava seferberiya şoreşger re bikin. Ew ê li qesrên xwe bi rehetî ranekevin, em ê bikin ku nema karibin derkevin kuçe û kolanan.''