'Heval Helmet bi şikl na, bi hêza xwe ya çareseriyê derket pêş'

“Berê xwe dida cihê herî zehmet. Ev pîvanê milîtanekî partî û welatparêziyekê kûr îfade dike. Rêka Rizgariya Kurdistanê di kû ve derbas dibe dizanî û li gor wê tevdigeriya.”

Endamê komîteya rêvebir a PKK’ê Bozan Tekîn di derbarê Şehîd Dîyar Xerîb de axifî. Tê zanîn Şehîd Dîyar Xerîb bi nasnav Helmet ku yek ji endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bû bi destê dewleta Tirk a dagirker 5’ê Tirmeha 2019’an de li Qendîlê hatibû şehîd kirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha behsa Diyar Xerîb (Helmet) kir:

"Heval Diyar Xerîb bi nasnav Heval Helmet di 5’ê mehê de di êrîşekî dagirkeriya Tirk de û bi piştgiriya xayinên heremê hat şehîd xistin. Em heval Helmet careke din bi rêz û hurmet bibîr tînin. Soza ku me li hember şehîdan daye, careke din dubare dikin. Hemû lêhurbûna heval Helmet li ser wî esasî bû ku çareseriya gelê Kurd û Kurdistanê wê çawa pêk were. Wê soza me li ser wî esasî be. Heval Helmet min sala 2001’an  nas kir. Wê demê li dola Kokê di perwerdê de bû. Wê demê naskirineke me ji nêz ve çênebû û di heman demê de nîqaşek, lê belê min ew dît û me hev nas kir. Nêzîkatî û sekna wî bala mirov dikşand. Di perwerdê de gelek heval hebûn, derdora 50’î heval hebûn lê heval Helmet bala mirov dikişand ser xwe. Di dan û standinê wî de me ew bi vî rengî nas kir. Piştre heval Helmet ket rêveberiya PÇDK’ê ,ev di zivistana sala 2002 an de avabû. Xebatê PÇDK’ê re mijûl dibû, bi gelê Başûr re mijûl dibû û hemû hewildanê wî li ser vî esasî bû. Xwe şopandinek me ya ji dûr ve çêdibû. Çawa ku me heval Zekî di çend mijarên esasî de nirxand, pêwîste heva Helmet jî bi wî rengî were nirxandin. Heva Helmet di sala 1995’an de tevlî partiya PKK’ê bû û piştî demekê diçe gel Serok APO û piştre ji gel Serok APO vedgere. Tekoşîna xwe wek şoreşgerekî dimeşîne. Di pir qadan de tekoşiya. Kete pevçûnan de, him li gel dewleta dagirker di heman demê de li hember partiyên cîda tekoşiya. Di wî alî de heval Helmet xwedî helwest bû. Heval Hemet di pêvajoya qomploya navntewî de, ya ku li ser Serok APO hate kirin. Hevak Helmet wek ku me di nirxandina heval Zekî de got, di nav rêxistina me de hejandinek çêkir, di heman demê de hin pirsgirêk derxistin holê. Wê demê di qada Parastina Medya de pirsgirêk dihatin jiyîn. Heval Helmet jî piranî di wê qadê de dima. Bê ku di wê de me de berê xwe didan Başûrê Kurdistanê. Kesê ku di qomplo de wek partiyên Başûrê Kurdisatanê cih digirtin. TaybetYNK’ê,PDK’ê xwedî helwest bûn li himber Serokatî. Di avabûna qomployê de jî rol û misyonê xwe yên bingehîn hene. Heval Helmet li hember van tiştan, li hember qomploya navnetewî xwedî sekin bû. Hin kesên di qomployê de, ku Serok APO  bi vê qomployê dîl ket e destê dijmin. Gotin,  ev rêxistin êdî bi rêve naçe û wê belav bibe. Ew yek didîtin ku emê zû ji hev biqetin û ji xwe re cihekî peyda bikin. Li gor vê yekê pir insan tev geriyan. Heva Helmet jî di vê demê de parastina xeta Serok kir û sekna xwe li ser vî esasî nîşan da. Heman tişt di pêvajoya tesfiyê de jî me helwesta heval Helmet dît. Di wê demê de hîn nêztir de naskirin û nîqaşên me bi heva Helmet re çêdibûn. Aloziyek giran hebû û navenda vê aloziyê jî Başûr bû. Tesfiyciyên ku dihatin amadekirin û berdewamê komploya Nav Neteweyî an jî destê wî yê hindir yek milê wî Silêmaniyê û Hewlêr bû li van deran bi dewleta Amerîkare tesfiyeçî dihate pêşxistin. Xeta Serok APO û gerîla dixwestin tesfiye bikin. Bermahiyên PKK’ê jî radestî wan partiyên din bikin. Siyasetek bi vî rengî dihate meşandin. Heva Helmet jî wê demê li heman qadê bû. Dihat çiya û diçû, lê belê piranî li Başûrê Kurdistanê dima. Wê demê heval Helmet yek ji wan kesan bû ku heerî cîddî helwest danî. Mirov dikare vê yekê bi rehetî bîne ziman. Ev taybetmendiyên heval Helmet ji ku derê tên? Li hember komplo û tesfiyecitiya ku pêş ketî ji ku derê tê? Komplo jî armanc kir ku PKK’ê belav bike û tasfiyegeriyê jî ev yek xwest. Dixwestin li hember xeta Serokatî û jiyana şoreşgertî jiyana  xwe ya takekesî dixwestin bimeşînin. Êdî bê hêvî û taqet bûn ew tasfiyecî li cihekî ku lê bijîn digeriyan. Ew cih jî ji xwe re Silêmanî û Dihok dîtin. Ev jî tê wateya di bin baskê PDK’ê û YNK’ê de. Bi giştî  di bin baskê Emerîka de jiyana xwe ya takekesî berdewam bikin. Heval Helmet zarokekî, ciwan û pêşengekî vê axê bû. Ji bo yekê çawa ku pêwîst dike jiyana heval Zekî û tevlîbûna wî tecrûbeyên mezin derxe û mînakên mezin ji xwe re bigre. Di heman demê ev yek ji bo heval Helmet jî derbasdar e. Bêguman taybetmendiyên wî cûdatir hene. Em dixwazin di bingeh de ser bisekinin û balê bikşînin ser vê yekê. Heval Helmet di salên 1974’an de tê dinê ev jî di demekê de ku  Aşbetal tê jiyîn.Demeke ku Tevgera Kurd bin ketiye. Dı heman demê de dagirkeriya Sadam Huseyîn li ser Başûr dihate meşandin. Zilmek bê dawî dimeşand. Heval Helmet di rewşeke wiha de çavên xwe li ser dinyayê vekir. Li Qeredaxê li gundekî çavên xwe vekir. Piştre çû dibistanê û derbasî zanîngehê bû. Hinek din berfireh li dinyayê temaşe kir. Bi taybet ji salên 80’ê û şûnve careke din li Başûr PDK’ê û YNK’ê jî hin hewildanê wan çêbûn. Tê zanîn ku di 92’an de di bin kontrola Amerîka de û bi pişgiriya dewleta dagirker ya Tirk ku herdu jî ji bo ji PKK’ê re sinûrekî çêke û pêşiya PKK’ê bigre. Fikr û ramanê PKK’ê û Serok ji bo ku belav nebe di başûr de dewletokek ava kirin, ku esas armancê xwe ew bû ku pêşiya PKK’ê bigirin. Ji ber ku bi kombûna parlementa Başûr biryarê xwe yê esasî li hember PKK’ê şerkirin bû. Wê demê şerê Îran û Iraqê xelas bibû û yekîtiya Sovyêt hilweşiya bû. Bayekî wek lîberal li her derê belav dibû. Êdî çepgirî Sosyalîzim li dinê ji çavan ketibû. Hêzên Başûr bi hevre yekîtiyek li hember PKK’ê bû. Xwesteka civaka Başûr ew bû ku li cihekî azad bijîn. Ev yek di bin parastina Tirk û Emerîka d,e di bin navê ‘Çekîç Guç’ zemînekî wê ava bû. Wê demê bi xwe re atmosferek di nav hemû Kurdan û bi taybet Başûr çêbû. Pir ciwan tevlî Pêşmerge û sîstema PDK’ê û YNK’ê bûn, ku bi hev re ava kiribûn, li Başûr ava bibû. Dixwestin di nav vê sîstemê de cihekî bigrin. Heval Helmet wê demê di vê sîstemê de cih negirt. Bi taybet di 21 saliya xwe de dema ku diçû zanîngehê neçû nav wan. Bguman meylek wî ya pêşmergayetiyê hebû û bi taybet ji mere gotibû ku li gundê wî bi sedan insan di Enfalê de hatin qetil kirin. Heval Helmet van bûyeran di zaroktî û ciwantiya xwe de dibîne û dijî. Li hember dagirkerî hêrs û kîneke wî hebû yên ku li hember vê dagirkeriyê şer dikin pêşmerge bûn û sempatiyek heval Helmet ji bo pêşmergayetiyê hebû. Lê belê dişopîne bi taybet di pêvajoya ku heval Helmet diçE zanîngehê û dixwaze xwe, ciak û pirsgirêka xwe nas bike, dikeve hewildanekê . Navê Serok û PKK’ê jî dibihîse. Ji wê demê û şûn ve di navbera 92’an heya 96’an ku hêzên Başûr dijî jî, dibine.

Gendaliyên ku tên jiyîn û deshiladariyê ku çêdibe qereqtera wê deshiladariyê ne demokratîk bûna wê,esasnegirtina gel û her kes bi du berjewendiyên binemaliya  xwe dikeve. Pêvajoya 95’an de şerê ku navbera YNK’ê û PDK’ê de derketiye li beramberî çavên heval Helmet derketiye. Wê demê YNK’ê giraniya xwe li Hewlêrê bû lê PDK’ê bi biştgirya Sedam Hisên ku kujerekî gelê Kurde bi tangê wan êrîş anî ser YNK’ê  û rastî şerekî nav xweyî giran û qirêj çêbû. Di wî şerî de pir mirov şehîd ketin û birîndar bûn, pir mal talan bûn, pir xerabiyên ku mirov naxwaze bîne ziman çêbûn. Heval Helmet pêşeroja gelekî wê çawa teslîmî van dike. Yan jî wê çawa bi dilekî rehet teslî vê teshiladariyê qebûl bikin pirsek cidî ji xwe kirin. Bi taybet di van pêvajoyan û şûnve berê xwe da PKK’ê. Di wê demê de pir mirovan dixwestin di nava deshiladariya ku hatiye ava kirin cihê xwe bigrin. Heval Helmet jî ciwanek bû, xwendevanê zanîngehê bû. Zane û zekî bû. Têkiliyê xwe bi mirovan re dikarîbû xurt bimeşîne. Ev teybetmendiyê kesên pêşengin, taybetmendiyên lîderan e. Karibû vê zanebûna xwe ji bo berjewendiyê xwe û yê malbata xwe bikar bîne û karibû di hindirê sîstema Başûr de cihê xwe bigre. Ev rewş li ber çavê pir kesan dihate jiyîn û pir kesan jî berê xwe dida sîstemê. Lê heval Helmet berê xwe neda sîstemê, bi berjewendiyên malbatî û şexsî nefikirî. Biryar da qadeke ku Soran lê dijîn. YNK’ê û PDK’ê li ser esasê Soranî û Behdîniye xurtbûn. Heval Helmet heremcitî nekir, berê xwe neda YNK’ê û PDK’ê. Lê belê yekîtiya gelê Kurd esas digre, yekîtiya Kurdistanê ji bo xwe esas girt. Di herdu partiyan de jî û tevgerên Başûr yên cûda de jî hêviyek nedît. Ji ber ku ew partiyên cûda jî piranî di bin baskên YNK’ê û PDK’ê de dijîn, serbixwe nebûn.  Taybet di milê aborî de di milê derfetên madî de ne serbixwe bûn, ew herdu partî ji bo xwe wek çavkaniyekê didîtin. Ji bo wê jî ne serbixwe fikir hebû ne jî çalakiyek hebû. Piranî dibin kontirola wan de kar dimeşandin. Vê rewşê Heval Helmet da fikrandinekê ji bo Kurdistanê çi bike. Di 92’an de derfetek çêbû û karê xwe yê yekem êrîşî PKK’ê kirin û di 94’an de nakokî di navbera wan de çêbû û kÛr bû û gihişt asta ku bi sedan mirov ji hev bikujin. Piştre jî her yek xwe bide milekî dijmin û bi piştgiriya dijmin bi hev re şer bikin. Heval Helmet ev tev dîtin ji bo wê jî heval Helmet ewqasî bi dîrokê re mijÛl bû ev êşana li ber çavên wî dihatin jiyîn, ji bo wê jî bi dîrokê re ewqas mijûl bû. Pir heval bi pir mijaran re mijûl dibin hene. Lê heval Helmet her mîna baskekî zanistiyê û dîroka Kurdistanê ji bo xwe esas girt û li hemû ekademiyên me jî heval Helmet çûye û ev ders dane. Têbiniyên dersên xwe tev kire pirtûk û paşê jî li ser pirtûkên xwe pir dem û ked da û lêkolîn kir û di dawiyê de bi gelê me û hevalên me da qezenc kirin.

Helmet berê xwe neda bajaran. Her dema ku hevalan  pêşniyar dikir ku biçe bajaran kar bike wî pêşinyar dikir ku li çiya be. Bi taybet di çar salên dawiyê ku dijmin şerekî dijwar li hember gêrîlan dimeşîne bi hemû teknîka xwe ya bilind. Lê Heval Helmet tercîha wî ne bajar bû her dem çiya bû. Qendîl her dem di bin keşfê de û lêdanê balafiran de ye. Lê çend kîlomiter jêrî Qendîl balafirên û keşfên Tirkan tine ye. Heval dikarî bû li wir pir rehet jiyana xwe bidomanda. Kesekî ji heval Helmet re nedigot tu çima wisa dikî an jî tu çima li wirî. Lê belê heval di dema zor û zehmetiyê de li cihê zor û zehmet cihê xwe girt. Derfetê xwe pir hebûn pir caran diçû tevlî konfiransên partî yên Bakurê Kurdistanê bû û hin caran çû Ewropa. Pir kes hene hewldanê xwe hene ku biçin Ewropa derfetê wê derê bikar bînin û li wir bijîn. Lê Helmet wisa tevnegeriya, tenazil nekir. Mirov ji bo xwe bigîne Ewropa ewqas zor û zehmetî didin ber çavên xwe ji bo biçin. Lê heval Helmet nerî û dît pêwistiya tekoşîna gelê Kurdistanê bi çi heye bi qasî wê hewcehiyê çû wê derê kar kir. Dervî wê her dem li ser axa xwe bû. Di welatê xwe de li cihên ku jiyan û miron di himbêz hev de ne jiya. Berê xwe dida cihê herî zehmet. Ev pîvanê milîtanekî partî û welatparêziyekê kûr  îfade dike. Rêka Rizgariya Kurdistanê di kû ve derbas dibe dizanî û li gor wê tev digeriya. Dizanî ku di welatên dagirkeriyan re derbas dibe. Dizanî bû ku her kes li welatê xwe encex li hember dagirkeriyan bisekine û tekoşînê bike ta ku rizgar bike. Dagirkerî û welatê hatiye dagirkirin û vir de ew qanûn her hikmê xwe icra dike îroj jî ew qanûn derbas dibe. Hevalê Helmet ew qanûn baş fam kiribû ji bo wê jî hîç welatê xwe berneda.

Pir mirov hene ku diçin bajaran cil û bergên xwe digherin, dixwazin wek zihniyetekî oryantalîst xwe bişibihînin jiyaneke Ewrpayî. Lê tu carî di jiyana xwe de min li ser heval Helmet cilekî Avrupayî nedîtiye her dem bi cil û bergên Başûr û bi vî rengî tevgeriya ye. Di wî milî de mirov di milê çand û estetîk de jî heval Helmet her dem estetîka kurdewarî esas giritiye li xwe beyanî nebû ye heval Helmet li çanda xwe jî beyanî nebûye mirov kare vê pir rehet bîne ziman.

Zanebûna xwe ya dîrokî û zanebûna xwe ya civakî. Ji bo wê jî nêzîkatiya xwe ya insanan jî her dem ev milana li ber çav digirtin û bi vî rengî nêzî pisgirêkan û mirovan dibû. Her dem ji bo mirov ava kirin û qezenc kirinê xwirt bû. Daxwaz û israrek xwe di vî milî de hebû. Mirovên ku li gel wî û derdora wî hebûn hewldana wî ya perwerde kirina wan hebû. Mirovekî civakî bû mîna hin rewşenbîran nebû,ne li ser gel bû. Mîna xizmetkar xwe didît û di nava gelê xwe de bû. Ev milê heval Helmet cihê rêzgirtinê ye û pêwîste her mirov wî ji bo xwe mînak bigre.

Heval Helmet hemû hewildanê wî Kurdistanek demokratîk û azad bû ji bo wê jî yekîtiya gelê Kurd esas digirt. Ji bo konferans an kongreyeke gelê Kurd çêbibe an jî îradeyekî ku hemî partiyan temsîl bike xwedî hewildan bû. Bi pir partiyan re hevdîtinên xwe û nîqaşên xwe çêdibû, di vî milî de rol û misyonekî heval Helmet hebû. Ev tev taybetmendiyê mirovê li beramberî gelê xwe dîroka xwe pêşeroja gelê xwe mirovê semîmî ye. Heval Helmet kesayetek wisa bû.

Hîn di temenê ciwan de bû di PÇDK’e asteke rêveberiyê de cihê xwe girt û demekê şûnde jî serokatiya wê partiyê kir û pştre jî sîstema hevserokatî ya ku serokatî bi pêş xist û şûn ve wek hevserokatiya PÇDK’ê jî heval Helmet kar meşand. Di kar û xebatên xwe de bi hevalan re di nava ahangiyekê de bû. Ne mirovekî ku ji her şaştiyê re çavên xwe digirt, lê heval Helmet li hember hemû şaştiyan jî disekinî axaftinê xwe jî dikir û helwestê xwe jî datanî û hevalekî pir vekirî bû.

Di kongira ji nûve avakirinê de heval Helmet bû Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê.

Heval Helmet di her kelîyê de temsîla jiyan û milîtanê PKK’ê dike. Heval Helmet di vî alîyê de bi rastî xwedî hewldan bû. Ti kes nikare li ser jiyana heval Helmet li derveyî xetê bêje; ev tiştên girîng, tiştên esasî ne. Ji b ovan taybetmendiyên xwe, exlaqê xwe jiyana xwe danustandinên xwe bi hevalên xwe û bi gelê Kurd re diyar bû. Di navbera kongreyeke gel de bû Endamê Konseya KCK’ê. Dîsa di kongreya PKK’ê ya 11.min de jî bû Endamê Komiteya PKK’ê. Di sala 2013’an de jî ji bo Endamê Konseya Serokatiyê hat hilbijartin. Di wê wextê de di Kongreyê de wek alîkarî Serok APO hat hilbijartin. Heval Helmet bi taybetmendiyên xwe jiyana xwe biwate kir. Wê heval Helmet her tim di dilê Kurd û Kurdistanê de bijî. Ez dixwazim di vê derê de çuyîn û hatinên sehayên cudatir jî bêjim. Heval Helmet di pêvajoyên zor û zehmet de tekoşin dikir. Li her deverên Kurdistanê kedekî heval Helmet heye. Di her çar perçeyên Kurdistanê de xebat û hewldayînên heval Helmet hebû. Kedekê heval Helmet yê Kurdistanî hebû. Însanên wek heval Helmet bi hêsanî çênabin. İnsan pir bi rihetî ji bo armancek wisa xwe ava nakin, çênakin. Însanên ku di cihana me de serdestin di pêş de ne. Wek çanda kapitalist, wek çanda lîberalîzmê, wek çanda ez ezîtîyê, nijadperestîyê, pir rihet mirov dikare bêje; heval Helmet ev bi desten xwe danî kêlekê, însanên ku bi şikil were xuya kirin ew ne Heval Helmet bû. Heval Helmet bi çareseriya xwe di rojevê de bû.

Heval Helmet kengî kirin hedef. Ew muhîm e. Dagirkeriya dewleta Tirk hem piştgirîya PDK’ê digre hem jî piştgirîya YNK’ê digre. Dewleta Tirk di astekî berfireh de xwe bi cih kiriye. 2 Endamên MİT’ê yên ku di qada YNK’ê de hatin girtin, ev tiştekî îfade dike. Di vê astê de Rêveberiya MİT’ê deste xwe dihejîne û digere. Li Hewlerê berpirsyarekî payebilind yê MİT’ê, hate kuştin. Di wê astê de me dît ku pir bi hêsanî dest û milê xwe dihejîne, rihet digere. Divê ev her du Hizbên di nav wan de û ew bi xwe îzahata wê bikin. Heke ewqas rihet tevdigerin ewqas jî têkîlîyên xwe hene. Mînak em bi xwe ewqas li Başûr nikarin rihet tevbigerin. Di asta herî jor de kujerên Gelê Kurd, li Başûr dikarin bi rihet tevbigerin. Ev tiştekî dide xuya kirin. Niha Rêveberiya Başûr, Hukumeta Başûr, çi jî Serokatîya heremê dibe çi jî Hizbên Başûr dibin, wer xuya dike di bin kontrola dewleta Tirk de ye. Gelo ew ê li Başûr li hember vê dagirkerîyê disekinin kî ye? Heval Helmet e. Heval Helmet li hember dagirkirina Başûr xwedî seknek û helwestek bû. Heval Helmet di vê demê de çima hat hedef girtin? Ji ber ku dewleta Tirk armancên xwe ew e ku sînorên bi Lozanê ve hatin xêz kirin ji bo wan êdî wek ne derbasdare. Di çerçoveya şerê cihanê yê sêyemîn de dixwazin asta sînorên daxînin jêr û Başûrê Kurdistanê bêxin bin kontrola xwe. Li hember referanduma 2017’an de bertekên xwe jî ev bû. Ji bo Başûr digotin; wexta rojava dihat nîqaş kirin, kujerên gelê Kurd Erdogan vekirî got; Ew kêmasîya ku me li Bakurê Iraqê kirî, emê li Surîyê nekin. Ew dixwazin kengî derfet çêbibe ji bo kêmasîyên xwe telafi bike. Di nav şerê cîhanê yê sêyemîn de her kes li gorê xwe sînoran derbas dike. Dagirkerîya dewleta Tirk vê hêzê di xwe de dibîne.  Li gor Rêveberiya Başûrvê hêzê di xwe de dibîne. Dibe ku ji xizmeta dagirkeriya Tirkan zêdetir xizmet dikin. Belkî dagirkeriya dewleta Tirk ewqas tiştekî ji wan naxwaze. Li hember vê dagirkerî û nokertîyê, kesayeta ku alternatîfê xiyanetê jî heval Helmet bû. Ji bo dagirkerîya dewleta Tirk pêşnekeve weke sembola wê kî ye? Ji bo kesayetên wisa neminin heval Helmet hat hedef girtin. Ew sedema ku heval Zekî li Şengalê çiqas derbasdare, ji bo Başûrê Kurdistanê jî kesayeta heval Helmet ewqas derbasdar bû. Çi ji bo Gelê Ezidî çi ji bo Gelê Başûrmirov dikare wisa binirxîne. PKK tevgerekî Kurdistanî ye. Kurdistan ji bo perçekirinê tevahi hat esas girtin, ew îro jî derbasdare. Gerilayên Kurdistanê, ew sînorên ku dagirkeran ava kiriye, nas nake. Gelê Kurd li kî dere bibe, PKK liwir e. Ev mimkûne hinek kesan aciz bike. Wexta aciz dibin bila ji kerema xwe re li xwe binerin ka çidikin. Ji vê aciz dibin, lê jiçi rihet dibin, bila li vê binêrin. Ji bo hinek vegerin li ser koka xwe. Ji bo bîranîna Heval Zekî û heval Helmet bê kirin çiye? Yekitîya gelê Kurd e.

Yekitîya Kurdistanê ye. Ya din çiye? Heya ku deng û lingên dagirkeriyê, li ser vê axê bibin, PKK û millitanên PKK’ê, wê li hember bisekinin. Wê rêbazên xwirt bimeşinîn, wê armancên heval Helmet heval Zekî ji bo wê jiyana xwe feda bikin û wê pêkbînin. Biryara me ewe ku bi wê wesîleyê, ez carek din heval Helmet heval Zekî bi bîrtînim û ew soza ku me daye Kurdistanê, emê di vê rêkê de heta dilopa xwîna dawîyê, bimeşin."