‘Heval Egîd xeta serkeftin û berxwedanê ye’

Fermandara YJA-Starê Dersim derbarê pêngavva 15’ê Tebaxê axivî û got, ‘’Heval Egît ne tenê leşkerî, xeta serkeftin, berxwedan û dilsoziya bi Rêbertî re ye’’.

Fermandara YJA-Starê Hemrîn Dersim li ser salvegera 34’an a 15’ê Tebaxê ya bi pêşengiya Mahsûm Korkmaz (Egîd) û artêşbûna gerîla ya li Kurdistanê axivî. Dersim ku derbarê Pêngava 15’ê Tebaxê û sala 40’î ya PKK’ê ji ANF’ê re axivî, 15’êTebaxê, Cejna Vejînê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla û gel pîroz kir.

Dersim got Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan vejîn e û domand: ‘’Fîşeka ku li Kurdistanê heval Egîd teqandî li hemû cîhanê olan da. Beriya 15’ê Tebaxê  pergala faşîst ku niha jî sazkar e li ser Kurdan sakar bû. Hebûn û vîna Kurdan hatibû şikandin. Di qada çand, dîrokê de dijmin digot, ‘me hemû tine kirin, hemû fetisîn’. Lê bi bandora heval Egît û Pêngava 15’ê Tebaxê PKK’ê 40 sal li pey xwe hişt. Li Kurdistanê artêşbûna HPG, YJA- Starê mîrateya Pêngava 15’ê Tebaxê ye ku bi pêşengiya heval Egîd pêk hatiye.’’

 ‘GIYANÊ EGÎDAN CAREKE DÎ KURD ŞIYAR KIRIN’

Dersim got Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê xwedî wateya leşkerî ye û got wê demê Kurd li ber mirinê bûn. Dersim wiha axivî: ‘’Pêngava heval Egîd Kurd vejandin. Vîna Kurdan hatibû şikandin,niha gel dibêje, ‘ez heme, ez Kurd im û ji bo azadiya xwe têdikoşim’. Ev mîrateya 15’ê Tebaxê ye. Rihê heval Egîd e, rihê ku heval Egîd vejandiye. Rastiya PKK’yîbûnê, rastiya PKK’ê rastiya Egîd e.

Rasteqîniya heqîqetê ye. Rasteqîniya berxwedêrên zindana Amedê ya bi pêşengiya Mezlûm Dogan e. Em gerîla, artêşa gelê Kurdistanê, mîrateya van hevalan didomînin. Heval Egîd xeta leşkrî ye, xeta fermandarê serkeftî ye, xeta berxwedan û dilsoziya bi Rêbertî re ye. Wek ku tê zanîn, dema ku Pêngava 15’ê Tebaxê dibe, Rêbertî dibêje, ‘salakê dereng ket’. Çima dereng ket? Ji ber ku Rêbertî şaş hate fêhmkirin. Lê heval Egîd fêhm kir û pratîka vê kir. Hin tasfiyekaran asteng kir lê heval Egît bi tarza xwe ya lê rawest, bi rihê hevrêtiyê û bi dilsoziya bi armanc û Rêbertî pêşiya van kesayatan girt.

 ‘JINA KURD BI RÊBER APO SERÎ RAKIR’

Dersim derbarê artêşbûna jinê got bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên jin ên şehîd jinan serî rakiriye û pêvajoya beriya bi 80 salî bi bîr xist: ‘’Wê demê Kurd bi temamî hatibûn tepeserkirin. Ji her hêlê ve êrîş dibirin ser nirxan. Jina Kurd wê demê nikarîbû berevaniyê li ber xwe bike.

Rêber Apo kir ku jina Kurd serî rake û di vî şerî de cihê xwe girt. Jina Kurd êdî rêxistniya xwe dike û çekê bi kar tîne. Ev rastiya hevalên jin ên şehîd e. Her kes dizane destpêka PKK’ê hevrêyên jin çawa li ber xwe didan. Di wan şertên giran de ji bo gerîlayên jin têkoşîn ne rehet bû. Ev rih û bawerî çi bû? Ew bawerî û rih bû ku ji nêzîkatiya Rêber Apo, heval Egît û hevalên şehîd dihat.

Avabûna artêşa jinê YJA-Star, hêza YPJ’ê, derketina qehremanên mîna Avesta, Arîn û Sîlava bi mîrateya pêşengên jin ên PKK’ê ne. Mîrateya heval Çîçek, Azîme Qehreman, Besê Anûş, Azîme Demîrtaş e. Wiha em jinên Kurd di nav civakê de hêz in. Jina ku pergala 5 hezar salî ya zilamserwer bi Pêngava 15’ê Tebaxê û hevalên şehîd bûne hêz. Ji bo vê rihê 15’ê Tebaxê ji bo me pir girîng e.’’

 ‘HEVAL EGÎD JI TINEBÛNÊ AVA DIKIR’

Dersim got, ‘Dema ku mirov nivîsên derbarê bîranînên heval Egîd dixwîne mirov dibîne ku wê demê gerîla çi zehmetî kişandiye’’ lê li gel vê jî rihê Apoyî û PKK’yî ti caran qels nebûye. Dersim derbarê jiyana PKK’ê got, ‘’Di jiyana PKK’ê de hevrêtî, jiyana komun, li hev xwedîderketin heye. Neketiye bin bandora pergala kapîtalîst ji ber ku armancek heye. Tarzê heval Egîd çawa bû? Bi disîplîn, 24 saetan li ser dijmin difikirî û ji tinebûnê diafirand.

Heke îro hem li ser piyan bin, têdikoşin li dijî dijmin berxwedaniye mezin hebe ev mîrateya Egîd e. Heke mirov bawermend be û xwedî vê têkoşînê be dev jê naqere. Beriya bi 34 salan têkoşîna me, rêxiniya me, têkoşîna me ya civakî çawa bû? Piştî 34 salan gelê Kurdistanê, îro li hemû cîhanê û Kurdistanê bûye yek û hêzeke mezin. Em jî hêzên Kurdistanê li kûderê bin bi vê baweriyê em ê têbikoşin. Em li kûdere bin em ê li wir li ber xwe bidin.’’

‘JIN LI HER DEVERÊ LI BER XWE DIDIN’

Hemrîn Dersim bal kişande ser rola jinên Tevgera Azadiya Kurdistanê, got bi pêşengiya PAK, KJK û YJA-Starê jina Kurd bi çalakî têdikoşe û jina Kurd îro li nav şer, xebatên civakî û qada siyasî bi vîn û hebûna xwe dikare pêşengiyê bike û domand, ‘’Helbet em bi rehetî nehatin vê astê. Di avabûna artêşa jinê de gelek dijwarî hebûn. Ne hêsan bû ku jin bi hêz, hebûn, vîna xwe bawer be û wiha tevbigere. Vînbûna û xweavakirin bi xeta Rêber Apo pêk hat.

Bi îdeolojiya rizgariya jinê her jin li kû be vî rihî temsil dike. Em ji vî rihî û vê mîratyeyê bawer dikin. Ji ber ku hîmeke me heye. Heval Azîme heta bi heval Amed, heval Sara yên şehîd ji bo me zemîn çêkirin û em jî di vê rêyê de têdikoşin. Dema ku em behsa heval Sakîn Cansiz dikin em hêzekê distînin.

Heval Delal Amed hê bi ciwanî tevlê bû û bû gerîlayeke jin a pêşeng û di Pêngava Hezîranê de bi çalakî cih girt. Em jî dixwazin vê mîrateyê dewr bistînin. Em şopdarê têkoşîna bi pêşengia Heval Egîd, heval Sara, Delal, Azê û Gulnaz in. Em ê têkoşîna wan geş bikin. Careke dî 15’ê Tebaxê bi rihê heval  Egît, Delal, Amed û Agirî, bi rihê şehîdên Xakurkê li Rêver Apo, hevrêyên jin pîroz be.’’