'Heta ku Kurdî bibe xwedî statuyekê em ê têbikoşin'

Endama Desteya Rêveber a MED-DER'ê Dîlan Guvenç anî ziman ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê yên li ser Kurdî dewam dikin û got, heta ku ziman û çanda Kurd bibin xwedî statu wê têbikoşin.

Polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdî her demê hîn bêhtir giran dibin. Ji sala 2016'an û pê ve bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de gelek saziyên ziman hatin girtin. Ji qadên jiyanê heta bi Meclîsê, ji qenalên televîzyonê heta bi saziyên fermî li ser ziman polîtîkaya zextê tê meşandin.

Endama Desteya Rêveber a Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê yên li ser Kurdî ji ANF'ê re nirxand û got, "Di vê demê de hejmara mirovên ku bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin kêm dibe. Di vir de em dibînin ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê dewam dikin. Di danûstandinên nava malbatê, civakê de em dibînin bê axaftina bi zimanê dayikê çiqasî kêm bûye. Salên dawî dewlet polîtîkayên faşîst giran kiriye. Bi taybetî piştî ku qeyûm li ser şaredariyan hatin tayînkirin, têkildarî Kurdî valahiyek çêbû. Ji ber ku şaredariyan karekî bi pir zimanî û pir çandî dikirin. Ji bo xwedîderketin û parastina wê çandê, wî zimanî karên çandî dikirin. Salên dawî ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî, eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe."

DEWLET KURDÎ WEKE GEFEKÊ DIBÎNE

Guvenç anî ziman ku qonaxa herî girîng a asîmîlasyona li Tirkiyeyê qedexeyên li ser Kurdî ye û got, "Di nava kesên ku ji bo hînî Kurdî bibin serî li saziya me didin em vê kêmasiyê dibînin. Dewleta Tirk di çarçoveya bendewariya gel de ji bo nasname û zimanê Kurdî divê di qanûnan de, di destûra bingehîn de guhertinan bike. Her roj ji ber ku axaftina bi Kurdî kêm dibe, polîtîkayên asîmîlasyonê jî zêde dibin. Ji avabûna komarê û Lozanê û vir ve sîstemek hate avakirin. Ev sîstem li ser tunekirina nasname û zimanê Kurdî ye. Dewlet li ser yek ziman, yek netewe û yek welatî ava bûye. Dixwazin ku di sedsala duyemîn de jî vê sîstemê dewam bikin. Dewlet civakeke pir zimanî, pir çandî naxwaze, li ber radibe. Vê yekê li dijî xwe weke gefekê dibîne. Dewleta Tirk dixwaze bi hestên neteweperestiyê dijminatiyê bixe nava gelan. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkeke mezin diafirîne. Li hemberî saziyên ku li nava civakê karên Kurdî dikin zextê dike, êrîşan dike. Dewlet bi salan e li ser neteweperestinê sîstema xwe dewam dike û di encama vê de jî komkujiyên mezin kir. Qetilkirina ziman di heman demê de qetilkirina civakê ye. Armanca wan ew e ku civaka Kurd bê nasname bihêle û tune bike. Di rewşeke bi vî rengî de divê em çi bikin? Em 40 milyon Kurd li Kurdistanê û Tirkiyeyê ne. Beriya her tiştî divê em bi zimanê xwe biaxivin, hînî zimanê xwe bibin û ji bo Kurdî bibe zimanê fermî daxwazên xwe zêde bikin."

EM DIXWAZIN BI RENGEKÎ AZAD BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN

Guvenç bi bîr xist ku saziyên ji bo Kurdî dixebitîn hemû hatin girtin û got, "Bi destê qeyûman hemû saziyên me yên li ser çand û ziman kar dikirin hatin desteserkirin. Saziyan karekî bi pir zimanî û pir çandî dikirin. Gel ji bo hînî çand û zimanê xwe bibe sûd ji van saziyan werdigirt. Çand, ziman û wêjeya xwe hîn dibû. Mixabin 10 salên dawî bi polîtîkayên qeyûm ev sazî hatin girtin. Karên li ser zimanê Kurdan dihatin kirin hatin krîmînalîzekirin. Bi birçîbûnê, binçavkirin û zindanîkirinê gef li hevalên me hate xwarin ku ev kar dikirin. Li Amedê 2 milyon mirov hene, gelo ev 2 milyon mirov wê tenê li saziyekê hînî zimanê xwe bibin? Ev yek pirsgirêkeke giştî ye. Ev daxwaz daxwazeke xwezayî ye. Divê dewlet pêşî li saziyan veke. Li vî welatî eger em wekhev bin, hingî mafên me li ku ne? Zimanê me mafê me ye û em dixwazin bi rengekî azad bi zimanê xwe biaxivin. Ji bo vê jî saziyên me têdikoşin. Em sîstemeke ji pir zimanî û pir çandî diparêzin. Heta ku ziman û çanda Kurd bibin xwedî statuyekê, heta ku bi qanûnan û destûra bingehîn bêne ewlekirin em ê têbikoşin."