'Heta ku kiryarên Roboskî neyên darizandin, demokrasî pêk nayê'

Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Pakîze Sînemîllîoglû got, "Heta ku komkujiya Roboskî neyê ronîkirin û bûyera ku qewimiye bi rengekî eşkere ji civakê re neyê vegotin, wê demokratîkbûn pêk neyê."

Hewldana ji bo Roboskî Edalet, di meha 115'emîn de têkildarî Komkujiya Roboskî ku li navçeya Qileban a Şirnexê pêk hatibû û 19 jê zarok 34 kes têde hatibûn qetilkirin, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîneke çapameniyê li dar xist û daxuyaniyek da çapameniyê. Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû, di civînê de axivî û diyar kir ku 115 meh in, gundek, gelek, civakek û welatek bi hev re li edaletê digere û wiha got: "Ji wê şeva ku komkujî pêk hatiye ve hiqûq winda ye, edalet tune ye û herkes bêdeng e. Endamek ji komîsyona ku li meclîsê hat avakirin derneket û daraz jî kujeran bêceza dihêle."

Sînemîllîoglû destnîşan kir ku Roboskî remza nenasandina mafê jiyanê ye û ev tişt anîn ziman: "Dewleta ku berpirsê jiyana mirovan e, li dijî komkujiyên wiha berpirsyariyên xwe bi cih naniye. Li xaka ku heta ku şer neqede, çareserî çênebe, hevrûbûn pêk neyê, êş neyên derbaskirin, mirovên ku tenê ji bo xwe dijîn zêde dibin, wê tim komkujî pêk werin. Divê em tev bi hev re îttîraz bikin û mafê jiyanê biparêzin. Erdnîgarî ne qeder e; erdên ku mirov têde di nav aştiyê de dijîn û wekhevî, maf û azadiyê lê tê parastine."

Di berdewamê de Sînemîllîoglî da zanîn ku faîl nehatine darizandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Demboriya tu komkujiyê tuneye. Heta ku Roboskî neyê ronîkirin û tiştên pêk hatine ji gel re neyên vegotin wê di siyaseta welat de sivîlbûn û demokratîkbûn pêk neyê. Roboskî ezmûna dewlet û desthilatê ye. Li vê xakê rêya aştî û edaletê wê teqez ji Roboskî derbas bibe. Roboskî şerm, birîna bixwîn û lêgerîna edaletê ya vê xakê ye. Em dixwazin ku kujer bên dîtin û bila careke din Roboskî qet pêk neyên."