Hisên Hecî: Xelkê Êzidî divê hêviyê ji dewleta Iraqê neke

Endamê Polîtburo ya PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku divê xelkê Êzidî hêviya xwe bi dewleta Iraqê ve girênede û got, "Hin partî li herêmê aştiyê naxwazin. Em alîgirê şer nînin. Em ê nehêlin ku aramiya Şengalê xera bibe."

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Azadî û Demorasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî qala alozî û nakokiyên hikumeta Iraqê yên demê dawî li Şengalê kir û destnîşan kir, ku Iraq lewaz e, nikare xwedî li xelkê Iraqê derkeve. Hecî bibîr xist ku Êzidî ne di rojeva Iraqê de ne, ji bo wê tiştek nake, çi bê kirin divê Êzidî bi xwe bike.

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Hisên Hecî bûyerên dema dawî ji ANF’ê re nirxand.

‘IRAQ NIKARE NÛNERTIYA GELÊ IRAQÊ BIKE, HINEK BIRYAR DIGIRIN, IRAQ JÎ PÊK TÎNE’

Hecî bal kişand ser lewaziya hikumeta Iraqê û destwerdanên hêzên derve ya li karûbarên Iraqê û got: “Dewket Iraqê lewaz e, nikare nûnertiya gelê Iraqê bike û xwestekê wê pêk bibîne. Nuqteya esasî, destê dewletên biyanî têde heye. Gelek hêz di nav de heye. Ew hêz biryar didin, Iraq pêk tîne. Hikûmeta Iraqê ne bûye xwedî gotin û biryara xwe. Her hêza li Iraqê heye, her çi Kurd, Ereb û çi Şîa û Sine be dewletek li pişt heye. Ji ber vê yekê sala 2003 û 2014’ê komkujî li ser Şengalê pêk hatin. Me pir caran denge xwe gihandiye hemû aliyê Iraqê, dîsa baweriyan. Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên mafê mirovan. Rastî jî heta îro yek ji van saziyan bi awayekî cidî li serdana şengalê nedaye û ne gotiye Şengal xwedî heq û maf e. Bi taybet xelkê Êzidî û yên derveyî êzîdî xwedî maf in.”

‘HIKUMET XWE JI BO ŞENGALÊ BERPIRS NABÎNE KU ÇARESERIYÊ JI BO ÊZDIYAN PEYDA BIKE’

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Hisên Hecî destnîşan kir ku heta niha Iraq li ser kar û barê cidî yê Şengalê nesekiniye wiha pêde çû: “Şengal di rojeva Iraqê de nîne ku xwedî cih û maf e. Hikûmet xwe nabîne berpirs, wê çawa bikare çareseriyê ji bo Êzidiyan peyda bike.”

‘NE IRAQ, NE NY Û NE JÎ SAZIYÊN MAFÊ MIROVAN BI ERKA XWE RANEBÛYE’

Hecî bal kişand ser pîlan û lîstikên navneteweyî, Tirkiye, Iraq û hêzên navxweyî ya li ser Şengal û Êzidiyan ev nirxandin kir: “Lê niha em dibînin Şengal bi proje û pîlanên navnetewî di rojevê de ye. Gelek pîlan li ser şengalê tên gerandin. Sedema van tevan jî, hemû siyaseta Iraq a têkçûyî ya bi derdorî wê re ye. Eger ku îro Iraq nekare gel û erda xwe biparêze. Ma wê miletê şengalê çi hêvî jê bike ku mafê wê bide. Tevî van hemû jî, hevî 8 sal jî ser derbas bû, şopên komkujiyê hene, dîlên Şengalî hene. Êzidî hemû koçber bûn. Iraq ti carê bi wijdan tevger nebûye, ne jî Neteweyên Yekbûyî û ne jî saziyên mafê mirovan bi erka xwe rabûne. Hemû ji bo berjewendiyên xwe û rêxistinên xwe kar dikin. Ne tenê mafê Êzidiyan, mafê Tirkmen, Şebek, Xiristiyan ên li Iraqê dijîn tên xwarin, winda ye. Tevî ku li qanûnê heye, lê li ser erde nîne.”

‘DIVÊ ÊZIDÎ DAXWAZA MAFÊN XWE BIKIN’

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Hisên Hecî anî ziman ku tişta ew ji gelê Şengalê dixwazin, divê bi deng û hêzekê daxwaza heq û mafê xwe bike. Hecî wiha domand: “Di rojeva hikûmeta nû de jî nîne ku ji bo gel kar bike, taybet ji bo Êzidiyan nîne. Eger me daxwaz heq û mafê xwe nekir, me daxwaza Şengalê nekir, wan ti agahî ji vê nîne. Komkujiya Şengalê pîlaneke navneteweyî bû û Iraq û hêzên hundir jî alîkarî kir. Eger di dadgehên Lehyê de lêpirsîn hate kirin, divê her kes hesab bide. Niha jî li pey pîlananin.

‘ÊZIDIYAN TI CARÊ ZEXT LI KESÎ NEKIRIYE; TIM ALÎGIRÊN BI HEV RE JIYANÊ NE’

Bi hezaran sal in Êzidî li vir dijî, ti carî Êzidî weke Êzidî û ol ji bo pêkhateyên din nebûne asteng ku nikarin pêk ve nejîn.Êzidiyan ti demî ferq nekiriye nava civak û olên li Şengalê. Îro ev siyaseta li ser Şengalê tê kirin, siyaseta ku dixwazin şengalê lewaz dike. Dijmin nahêle şengal hêz bibe, nahêle yekîtiyek navxweyî, civakî, hêzê leşkerî û siyasî de pêk bê. Li vir lewaziyên me hene. Dema em bizanin pîlana hîzbî li ser şengalê tê kirin, ew hêzê ji lewaziya Êzidiyan digere û nabe bibin parçeyek ji bername û pîlanên wan ên li ser Şengalê. Divê em li gorî Êzidî, heq û mafê Êzdatiyî û pêkhateyên wê yên heyî tev bigerin. Nabe bikevin lîstikên dijmin û wan hêzan. Dijmin ti carî qenciya Êzidiyan naxwaze. Nabe gazinca mirov ji dijminan bike. Divê tu kêrî xwe bê, tu rê nede dijmin. Pêşiya siyaset û pîlanan bigirî. Îro hemû Şengalê dixwazin.”

‘EM Ê BI SIYASETA XWE GELÊ XWE BI RÊ VE BIBIN’ 

Hecî daxuyakirin ku tim pîlan û komplo ser Êzidiyan hatiye gerandin û got: “Heşt sal in pîlan li ser pîlan dikin. Pilana 9’ê Cotmeha 2020’ê, niha tevlîheviyên tên kirin, eynî ne. Hemû siyasete li ser Êzidiyan dike. Em ê bi siyaseta xwe gelê xwe rêvebibin. Ji bo gelê xwe kar bikin. Divê siyaset neyê kirin ku heqê Êzidiyan bê xwarin û bê lewazkirin. Ev ne siyaset e, ji bo vê dibêjin komplo. Siyaseta îro li Iraqê tê kirin, ne di berjewendiyê xelkê Iraqê de ne. Desthilatdarên îro li Iraqê siyasete dikin, hemû ji ji bo ol, hîz û hişmendiya xwe kar dikin. Hemû jî dixwazin para mezin a hikûmetê bi dest bixin û 4 sal din jî li ser erkê bin. Xwe çawa di parlementoyê de cih bike. Lê milet ne di xema wan de ye. Xelk ne di rojeva Iraqê de ne. Em civaka Êzidî çi hêviyê ji van bikin; a ji me tê xwestin divê em îro bi kêrî xwe bên. Divê em civaka xwe hişyar bikin. Em civaka xwe bi rêxistin bikin. Divê gel ji vê siyasetê hişyar be, nekeve bin bandora van hêzan û aliyan. Bes e divê êdî miletê me pey pîlanên siyasî ku xêrxwazî yên hêzên siyasî li ser erdê dixwazin pêk bînin, bimeşin. Ev jî lewaziyeke me ye. Çiqas te civak ji hev kir, wê lewaz bibe. Civak bê tifaq be wê bê hêz be. Heger biryar û xwestekên civakê yek be, wê demê dikare heqê xwe jî bixwaze û cihê xwe li nava siyasete bikî, rê nadê civak ji siyaset û êrîşan bandor jî bibe. Îro ev hemû li qada Iraqê tê kirin û taybet li Şengalê tê kirin, ev siyaset navxweyî derbas kiriye û bûye navneteweyî. Berê me diyar dikir ku ev der Iraq e hemû hêzên li vir hesab ji hev dixwazin, îro derbasî Şengalê bûne. Siyaseta DYE, derve û Tirkiye be, dîsa dewletên Ereban be, berjewendiyên wan li ser şengalê hene, her yek dixwaze xwe li şengalê bi cih bike, lê xelkê şengalê ne di xema wan de ye. Xelkê şengalê mexdûrê siyaset û pîlanên wan dibin. Berdêl van nakokî û aloziyan xelkê şengalê dikişîne.”

‘HIŞYAR BIN NEKEVIN XEFIKAN’

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Hisên Hecî hişyarî da gel û wiha axivî: “Divê em hişyar bin, nekevin lîstikên wan. Tiştên em dixwazin, hebûna xwe û Êzdatiya xwe, heq û mafê şengalê dixwazin. Me ti carî daxwaza dewletê nekiriye, daxwaza cihê destê me digihêjin bila di bin kontrola me de be nekiriye. Em gelek aştî xwazin , bi hemû gelan re dijîn, ne li dijî ol û baweriya kesê nînin. Tu ji rewşa heyî re û siyaseta heyî re nebî bersiv, tê bikevî bin bandora siyasetê û lewaz bibî. Ti carî siyasetek nehatiye kirin ku di berjewendiyê Êzidiyan de be. Dîsa wê bikare welatiyên Êzidî yên koçber bûne vegerin ser ax û cihên xwe.

‘ÇIMA LI BER ÊZIDIYAN XWEDÎ HELWESTIN?’

Ji bo çi Iraqê rê neda ku peykerê Şehîd Zerdeş Şengalî li Şengalê bêdanîn. Zerdeş Şengalî ji bo ax û kerameta xwe şer kir û şehîd bû, çima rê nayê dayîn ku peykerê wî li Şengalê bê danîn. Çima kes ji bo navend û peykerên kes û welatên din li Iraqê hene, deng nakin, ji bo Êzidiyan xwedî helwestin.”

‘HÛN NE NÛNERÊN ŞENGALÊ NE; YÊN NÛNER EW IN XIZMETÊ DIKIN’

Hecî bal kişand ku hinek kes weke nûnerên Êzidiyan li ser ekranên televizyon û ragihandinê daxivin got: “Hinek kes bi rêya ragihandin û bi karê ragihandinê narabin û ziyanê didin Şengalê û herêmê. Nakokiyê dixe navbera pêkhateyên Şengal û naventeweyî. Em dibêjin hûn ne nûnerên Şengalê ne. Hûn ne nûnerên vîna şengalê ne. Ew kesê xizmetê ji bo Êzidiyan dike, ew nûnere. Hûn xizmeta aliyên din bikin û fitneye bikin, ev nayê qebûlkirin. ŞEngal îro kirine qadeke leşkerî.” 

‘EM RÊ NADIN NEXWEŞÎ BIKEVE ŞENGALÊ’

Herî dawî Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Hisên Hecî ev got: “Hinek alî naxwazin aramî li Şengal hebe. Em ne alîgirên şer in. Em rê nadin ku nexweşî li Şengalê derkeve.”