Hêrsa Rojhilat a li dijî rejîma Îranê roj bi roj zêde dibe

Piştî ku rejîma Îranê li Banê du kolber kuştin çalakiyan dest pê kirin û çalakî di roja 4’an de li gelek bajarên Rojhilat bi rengên cuda berbelav dibin.

Li Kirmanşan û Sinê banga çalakiyan hate kirin. Girtiyên berê jî ketine greva birçîbûnê.

Piştî ku hêzên rejîma Îranê 4’ê Îlonê li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Banê yê eyaleta Sinê  du kolberên bi navê Qadir Behramî (41) û Heyder Ferecî (21) kuştin çalakiyên ku dest pê kirin didomin.

Di serî de li Banê, li eyaleta Sinê ev 3 roj in çalakî didomin. Girtiyên berê yên Kirmanşanê destek dan çalakiyan. Aktîvîstên siyasî yên li eyaleta Kirmanşanê ji bo çalakiyê bang kirin. Her wiha li eyaleta Sinê jî îro ji bo saet 19.00’an banga derketina li kuçeyan hate kirin.

Wekî din, 10 kesên ku ji bo destek dane gelê Rojhilat di demên cuda de hatibûn girtin û piştre hatin berdan, ji bo şermezarkirina êrîşa bi ser kolberan de dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Welatiyên bi navê Mihemed Sediq Kebuwend, Hesen Eminî, îsmaîl Muftîzade, Hadî Edeb, Hisamedîn Emin, Sîman Çayçî, Îclal Qewamî, Şîlan Gilanî, Mehmud Mehmudî û Mesud Kurdpur çalakiya xwe ya greva birçîbûnê di roja 2’yan de didomînin.

Li Rojhilat li dijî polîtîkayên komkujî û terbiyekirina  birçîbûnê ya rejîma Îranê hêrs radibe, rejîma Îranê jî li bajarên navborî hêza xwe bi cih dike û hewl dide ku gel çavtirsandî bike.

Di serî de Banê, Mêrîvan, Sinê, Serdestê li ser bajarên li ser sînor rejîma Îranê endamê Îtlaatê (îstîxbaratê) bi cih dike, li navenda bajêr û li ber avahiyên hikûmetê yekîneyên taybet datîne. Li beşekî mezin ê Rojhilat jî înternet hatiye qutkirin.

Her wiha li dijî vê di serî de li Banê û Merîvanê li gelek bajaran dirabe hatine danîn û wesayit nayên bikaranîn.