Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bombekirin

Balafirên şer ên Tirk deverên Gare, Xaxûrkê û Zapê bombe kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku balafirên şer ên Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk aniye.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate gotin:

“Balafirên şer 10’ê Çileyê saet 11:30’î devera Meyrokê ya Herêma Garê, saet 20:00-22:00’an jî devera Kanî Qirêj a girêdayî Herêma Xaxûrkê bombe kiriye.

11’ê Çileyê jî balafirên şer ên Tirk saet 11:30’î devera Şikefta Birîndaran a herêma Zapê, saet 12:30’î jî devera Koro Jehro û Kûnîşka û saet 13:30’î jî devera Karkeran bombe kiriye.”