Herêmên Parastinê yên Medyayê 93 caran hatin bombekirin

Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 93 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne;

Li herêma Zapê;

13'ê Adarê saet di 09:00 de dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

13'ê Adarê li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 2 caran bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

13'ê Adarê li Xakurkê derdora Çemê Lolanê, Qadên berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê, çeperên me yên li qadên Çemço û Sîdayê 91 caran bi helîkopterên êrîşê, hawan, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."