Herdu baskên qonaxa 4. a Xezeba Firatê gihiştin hev
Herdu baskên Qonaxa 4’emîn a Pêngava Xezeba Firatê li bajarokên Hezîme û Mezra Tişrîn gihiştin hev.
Herdu baskên Qonaxa 4’emîn a Pêngava Xezeba Firatê li bajarokên Hezîme û Mezra Tişrîn gihiştin hev.
Qonaxa 4′emîn a Pêngava Xezeba Firatê di 13′yê Nîsanê de bi 2 baskan ve hatibû ragihandin. Baskê yekem ji gundê Meîze û yê duyem jî ji gundê Cubil Şeîr, hatibû destpêkirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin her 2 bask li bajarokên Hemîze û Mezra Tişrîn yên dikevin bakurê bajarê Reqayê gihiştin hev.