Her yekî ji me tiştekî xwe li Cizîrê ji dest da

"Ti tişt bi qasî bêdengiyê ne dilşewat e". Ev gotin, piştî ku şeş mîlyon Yahûdî di navbera salên 1941-43'an de bi pêşengiya Adolf Hîtler bi rengekî bi rêk û pêk hatin kuştin, hatibû gotin.

Mirovahiya şareza, yekemcar ji bo kuştinê pîşesazî bi kar anî bû. Demeke welê bû, ku bêdengî bi qasî kişandina tetîkê xetere bû û bi qasî kujeran, sûc li ser milê yên bêdeng ma bûn. Kujerê rastî, bêdengî bi xwe bû; Ji Holokostê heta Cizîrê...

Ev bêdengî belayê serê her serdemê bû. Şirnex tê xerakirin, lê em bêdeng in. Li Cizîrê mirov tên şewitandin, lê em bêdeng in. Li Pirsûsê mirov bi bombeyan tên kuştin, lê em bêdeng in. Piştre rojekê bêdengiyeke zexm li her cihî serdest bû; lê êdî ji bo qîrînê em gelekî dereng ma bûn. Ji ber ku kes nema bû dengê xwe tevlî dengê me bike...

Ji ber cesareta ji vê bêdengiyê wergirtî, li Cizîrê 200 mirov di destpêkê de hatin gulereşandin, piştre jî hatin şewitandin. Saleke dûr û dirêj di ser re derbas bû. Me tenê yên mirî bibîr anîn. Li şûna bîranînê, gelo me ji xwe pirsîn bê, ji bo rizgarkirina jiyana wan me çi kir? Nayê zanîn. Pêla mirinê piştî Cizîrê li tevahiya welêt belav bû. Niha jî em berdêleke gelekî giran didin.

Halbûkî Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç bi rojan bi rêya televîzyonê ji me re qalê dikir: "Gelê Cizîrê, ev 60 roj in tevî serma, birçîbûn û tîbûnê jî serî netewand. Ji ber vê yekê, mirovên mayî divê bi me serbilind bin. Lê belê niha hovîtiyek li Cizîrê tê kirin. Li Cizîrê komkujiyek tê kirin. Lê emê serî netewînin..."

Seroka HDP'ê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç a li jêrzemîna avahiyekê asê ma bû, bi rêya televîzyonê rewşa xwe radigihand û hewl dida di kêliya dawî de jî dengê xwe bide bihîstin:

"Em 15 kes man e. Dora me niha bi tankan hatiye girtin. Guleyan li me direşînin. Dibe ku di her kêliyê de me jî bişewitînin. Ji ber vê yekê, divê gel bi lezgînî bê vê derê. Berî saetekê gule li vir reşandin. Hevalên me yên birîndar kuştin. Em tenê 15 kes sax man e û hemû jî birîndar in."

Di nava salekê de, jêrzemînên ew mirov lê hatin kuştin jî hatin xerakirin. Hemû avahî û kolanên li derdorê jî hatin hilweşandin. Ew qada 'hovîtiyê' niha cihekî rût û rast e. Ev hilweşandin li bîr û dîroka berxwedanê ya kolektîf a Kurdan hat kirin. Nedixwestin careke din şîn bibe ew tovên berxwedanê. Lê hêza wan têrê nekir. Ji ber ku Mehmet, Bêkes û Heviyên nû ji mêj ve bi rê ketin, ji dayik bûn...

Gelo koka vê şîdetê û komkujiyê ji ku tê, divê em li ku derê li şopên vê hovîtiyê bigerin? Gelo divê ji pirsgirêkên rêveberên welêt, ji îteatkariya bê şert û merc a xulamên wan û ji rewşa xerabûyî ya exlaqê ku ji ber nêrîna wan rû daye, dest pê bikin?

Ji ber ku eger girse nebin, lîder hîç e. Gelo rast e ku mirov komkujiya li Cizîrê ji polîtîkayên AKP'ê cuda binirxînin? Bêguman Na. Gelo ev komkujî di heman demê de ne sûcê civaka ku negot 'li ser navê min nekuje'? Di vê komkujiyê de para her kesî heye. Hinek ji ber ku destek danê, hinekan jî ji ber ku lê temaşe kirine.

Zygmûnt Baûman der barê Qirkirina Yahûdiyan de di pirtûka xwe ya bi navê "Holokost û Modernîte" de dibêje, "Holokost, di nava civaka me ya xwedî mejî ya nûjen de, li asta herî bilind a şaristaniya me û li lûtkeya serketina çandî ya mirovahiyê, pê hat. Ji ber vê yekê pirsgirêkeke civakê, şaristaniyê û çandê ye."

Ya li Cizîrê jî, asta herî bilind hêrsa neteweyî û çandî bû. Ji ber ku hêrseke gelekî mezin bi serdestan re hebû. Di ser Cizîrê re peyam dan Kurdan. Wê şevê, weşandina wan wêneyên komkujiyê li medya civakî, ragiahndina wê şevê mîna serketinekê ji aliyê televîzyona dewletê TRT'ê ve, nîşaneya rizîna nava civakê bû. Li Cizîrê, bi şewitandina mirovan re serketinek dihat bidestxistin. Ji xwe wan 'wezîfeya xwe dikirin' li erdê ku hiqûq û edalet qet lê nîne.

Qîrîna dawî nehat bihîstin. Di wijdanê vî welatî de deng veneda. Qîrîna dawî ya Derya Koç jî bandor li wijdanan nekiribû. Di vê serdemê de ku rê û rêbazên ragihandinê ewçend li pêş e, me ev deng nebihîst. Ji ber ku ev amûrên heyî, hê nikare xwe bigihîne wijdanan.

Her yekî ji me tiştekî xwe li Cizîrê ji dest da. Hinekan ewladên xwe, hinekan jî rûmeta xwe.