Her tişt ji bo Kurdistanê

Ferman Kerîm ku tevî 10 hevalên xwe di encama êrîşa bi çekên kîmyewî ya li dijî Şehîd Xursî ku li herêma Zapê şehîd bû, heta nefesa xwe ya dawî ji bo Kurdistanê şer kir.

3 mehan li keleha berxwedanê ya Şehîd Xursî ya li herêma Zapê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Dewleta Tirk a li hemberî berxwedanê bêçare ma, bi awayekî sîstematîk çekên kîmyewî, taktîkî, termobarîk ên qedexekirî bi awayekî tund bi kar anî. Di 5’ê Mijdara 2022’an de li Şehîd Xursî ya li herêma Zapê di encama çekên kîmyewî de 11 gerîla şehîd bûn.

Ferman Kerîm (Mesût Eren) yek ji wan gerîlayên leheng e. Ferman Kerîm ku bi kevneşopiya welatparêzî û berxwedêr a Kurdistanê tê naskirin, li bajarê Şirnexê yê Botanê ji dayik bûye û ji eşîra Xarumerî ye. Wî di ciwaniya xwe de polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li ser ciwanên Kurdistanê dît û û ji bo ji van qirêjiyan xilas bibe di sala 2013'an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Ferman Kerîm bi karakterê xwe yê şerker her dem ji rêhevalên xwe re bûye mînak û di jiyana xwe de bi pratîkkirina armanca xwe ya gerîlatiya serkeftinê, baweriya xwe ya bi serkeftinê bi van gotinan anî ziman: “Ji gerdûnê heta niha em jiyanê tînin asteke bilind û berxwedanê. Dîrok, çand û rastiya me mîrateya hemû gelan e. Ji bo her dayîk, her bav û her zarokekî ku li Kurdistanê hatiye kuştin bila bizane ku mafê dijmin nîne nefesê bistîne. Şerê me, berxwedana me, agirê me bilind dibe, dibe volqan. Me bibihîzin ey qatil! Her tişt ji bo sosyalîzmê ye, her tişt ji bo Kurdistanê ye.”

Ferman Kerîm ku qet qetlîamên li ser gelê Kurd qebûl nekir, berê xwe dide Şoreşa Rojava. Li Rojava bi awayekî aktîf beşdarî şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dibe. Paşê vedigere çiyayên azad. Armanca wî ew e ku ji bo jiyanek azad têbikoşe, ji bo bidawîkirina mêtingeriya li ser Kurdistanê rola xwe bilîze. Ferman di sala 2017'an de tevlî xebatên Hêzen Taybet bû. Di vir de li ser gerîlatiya Modernîteya Demokratîk kûr dibe. Weke fermandarekî pêşeng rola xwe ya di şoreşa Kurdistanê de bi fedakarî pêk tîne. Ferman bi tevlîbûna xwe ya nerm û exlaqî jiyana hevrêyên xwe rengîn kir û di dilê her kesî de cih girt.

Ferman li ser bingeha şêwazê şerê serdema nû, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têdikoşe. Di serî de li Xakurkê û piştre jî di Pêngava Bazên Zagrosê de cih girt. Ferman Kerîm ku bi çalakiya xwe navê xwe di dîroka azadiya Kurdistanê de bi cih kir, di 5'ê Mijdara 2022’an de di encama êrîşa bi çekên kîmyewî de bi 10 hevalên xwe re li herêma Saca ya Zapê di tunelên şer ên Şehîd Xursî de şehîd bû.