Her kes bi daxwazên xwe 1’ê Gulanê pîroz dikin
Kedkarên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin siya krîza ekonomîk û hejariyê de 1’ê Gulanê pîroz dikin.
Kedkarên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin siya krîza ekonomîk û hejariyê de 1’ê Gulanê pîroz dikin.
Hevserokê SES’a Colemêrgê Remîz Ozer diyar kir desthilatdarî dixwaze gel bi birçîbûnê terbiye bike û got “Ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê em bi walîtî û saziyên din re axivîn. Di warê dem û cih de me tercîhên xwe diyar kir. Lê wan jî xwestin em li qada otogarê ya derveyî bajêr pîrozbahiyê bikin. Em vê rewşa li ser kedkaran şermezar dikin. Desthilatdariya heyî hewl dide mirovan bi birçîbûnê terbiye bike lê wê rojekê teqez hesab bide.”
Rojnameger Salîh Sertkal jî diyar kir ku şertên rojnamegeriyê jî giran bûne û got “Li Tirkiyeyê hejmara rojnamegerên bêkar roj bi roj zêde dibe. Zextên dewletê li aliyekî şertên xebatê dijwartir dibe. Rojnamegerî karekî wisa ye mirov nikare heqê keda xwe bistîne. Ez 1’ê Gulana rojnamegerên ku alîgirên gel û mazlûman in û li hemberî zext û destgîrkirinan hê jî rojnamegeriyê dikin, pîroz dikim.”
Mamosteyê dîrokê Adem Demîr jî 10 sal in li benda kadroyê ye. Demîr diyar kir di 1’ê Gulanê de divê mamosteyên li benda kadroyê ne, di serî de divê hemû karker û kedkar bibin yek û got “Ez a niha mamosteyiya bi heq dikin. Tişta ku dewlet dide me, gelekî kêm e. Em hewl didin bi vî heqî bijîn. Îro sînorê birçîbûnê bûye 6 hezar tl. Em kedkar bi salan in kedê didin lê em nikarin heqê keda xwe bistînin.”