'Her kêliya Rêbertî, wateya jiyana me ya azad e'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Berfîn Nûrhak, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê nirxand. Berfîn Nûrhak got, "Ji bo fêhmkirina hêza berxwedana li Îmraliyê, ji bo me esas e ku em hê bêhtir li ser rastiya Rêbertî kûr bibin û fêhm bikin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Berfîn Nûrhak, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê nirxand. Berfîn Nûrhak got, "Ji bo fêhmkirina hêza berxwedana li Îmraliyê, ji bo me esas e ku em hê bêhtir li ser rastiya Rêbertî kûr bibin û fêhm bikin."

'JI BO ME ESAS E KU TIMÎ LI SER RASTIYA RÊBERTÎ KÛR BIBIN'

Nûrhak bi bîr xist, ku li Kurdistanê zêdeyî çil sal in têkoşîna azadiyê tê meşandin û destnîşan kir, ku ev têkoşîn sîstema nirxên jiyana azad, pîvan û exlaqa jiyanê ye.

Berfîn Nûrhak anî ziman, ku xurtkirina sîstema civakî ya demokratîk-azad a li dora van nirxan û parastina vê sîstemê berpirsyariya wan a bingehîn e û got, "Ji bo em bi vê berpirsyariya xwe rabin û têkoşîna xwe bi ser bixînin, kûrbûna li ser rastiya Rêbertî ji bo me esas e. Ji bo fêhmkirina hêza berxwedana li Îmraliyê, ji bo me esas e ku em hê bêhtir li ser rastiya Rêbertî kûr bibin û fêhm bikin."

Nûrhak bi bîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema jiyan û têkoşîna xwe pênase dike, balê dikşîne ser serdemên welidînê Û destnîşankir, ku di rastiya Rêbertî de têgîna welidîna yekemîn, duyemîn û sêyemîn, îfade û hêza pênasekirina jiyan û rastiyê ye.

Nûrhak ev nirxandin kir:

"Baş e ji welidînê em çi fêhm dikin? Bi kûrbûna li ser rastiya Rêbertî re em fêhm dikin ku welidîn; afirînerî, ked, hewldan, îrade, cesaret, guhertin, li hemberî her şêwe astengiyan pêkanîna hebûnê ye. Welidîn çawa pêk tê? Ji bo pêkhatina weliîdên pêwîstî bi lêgerîn, lêpirsîn, ked, têkoşîn, afirandina pîvanan, avakirina rêbaza têkoşîn û jiyanê ya li gorî vê yekê, heye."

Berfîn Nûrhak anî ziman, ku Ocalan serdema yekemîn a welidînê, jidayikbûna li gundê Amara yê Rihayê û serdema heta sala 1973'an pênase dike. Nûrhak got, "Di wê demê de Rêbertî li pêşberî rastiya amlbata xwe û civaka xwe lêpirsînekê dike, dikeve nava lêgerînê û li gorî vê kesayetiya xwe diafirîne."

Nûrhak diyar kir, ku serdema duyemîn a welidînê jî di navbera sala 1973 û 1999'an de tê nîşandan û got, "Di wê wextê de, di rastiya Rêbertî de kesayetiyeke şoreşger-sosyalîst afiriye. Bi pratîkên xwe yên di çarçoveya taybetmendiyên kesayetiya şoreşger de pêk anî, lêgerînên Rêbertî digihêje xetekê, vediguhere rêbaza jiyanê û pîvanên wê diafirin."

Berfîn Nûrhak bal kişand ser analîz û xebatên birêxistinkirina têkoşîna azadiya jinê di serdema duyemîn a welidînê de û got, "Di vir de asta kûrbûn, îrade, cesaret û biryarê ya rastiya Rêbertî tê dîtin. Bi van hemû pratîkan re xeta PKK'ê hate avakirin. Di pêvajoya welidîna duyemîn de xeta têkoşînê, rêxistinbûn û armanca têkoşînê derket holê. Em dikarin wiha bêjin. Welidîna duyemîn xwegihandina asteke welê ye ku veger jê nîne. Bû perspektîfa rê û rêbazên serketinê û diyarkirina paşerojê."

RÊBERTÎ GOT 'EM JI NÛ VE JI DAYIK DIBIN'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Berfîn Nûrhak anî ziman, ku kûrbûn û hêza têkoşînê ya Rêberê Gelê Kurd li hemberî komployê, weke welidîna sêyemîn hatiye pênasekirin û wiha dewam kir, "Rêbertî got, 'Em ji nû ve ji dayik dibin'. Û ev welidîn weke welidîna sêyemîn bi nav kir. Di vê serdemê de Rêbertî li hemberî êrîşên hêzên komploger, rastiya kapîtalîzmê bi xurtî analîz kir û paradîgmaya nû ya ji bo serketina têkoşînê afirand. Her wiha îdeolojî kûrtir kir. Afirandina paradîgmaya nû û kûrbûna îdeolojiya me bû welidîna sêyemîn."

Nûrhak destnîşan kir, ku di çarçoveya vê rastiyê de ew dikarin bêjin, ku rastiya Rêbertî rêbazeke têkoşînê û jiyanê ya wêrek, bi vîn û biryardar e.

Nûrhak da zanîn, ku kûrbûna li ser analîzên berê yên Rêbertî, fêhmkirina berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û fêhmkirina paradîgmaya nû ya ku vê berxwedanê derxist holê, wezîfeya wan a bingehîn e.

Nûrhak bal kişand ser kêmasiyên heyî yên di vî warî de û got, "Her kêliya Rêbertî re, her kêlî li ser me ferz dike ku em bi rengekî rexneydayinê kûr bibin."