'Her kêliya bi bêdengî derbas dibe, kuştina mirovan e'

Abdûllatîf Teymûr ji 26'ê Kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di greva birçîbûnê yê bêdawî û bê dorveger de ye. Xwişka Teymûr Gulseren Yildirim got, "Her kêliya bi bêdengî û bêçareserî derbas dibe, cînayet e."

Greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, ji 16'ê Kanûnê ve dewam dike. Li 40 girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê zêdeyî 200 girtî di greva birçîbûnê de ne. Malbat û xizmên girtiyan ji rewşa wan a tenduristiyê bi fikar in. Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger Abdûllatîf Beymûr e ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya li Samsûnê ye. Xwişka Teymûr Gulseren Yildirim ji ANF'ê re axivî.

Yildirim diyar kir, ew jî weke xizmên xwe yên girtî li girtîgehan e, li sirgûnê ne û got, "Ceza ne tenê li birayê min hatiye birîn. Ev desthilatdarî me malbatan jî ceza dike. Girtî bi rêk û pêk li girtîgehên dûrî malbatê tên bicihkirin. Em 12 saetan tên, tenê nîv saetê hev dibînin û piştre bi 12 saetan vedigerin."

'DAXWAZÊN GIRTIYAN, MIROVÎ NE'

Yildirim diyar kir, birayê wê roja 26'ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger kir û got, "Îro roja 15'an a çalakiyê ye. Hefteyê carekê tenê 10 deqeyan destûrê didin wî ku bi telefonê li me bigere. Tirs û fikara di dilê me de mezin e. Gelo rewşa wî çawaye? Gelekî li xwe kêm kiriye, niha çawa ye? Bi hezaran pirsên bi vî rengî di mejiyê min de ye.

Divê hikumet guh bide dengê wan. Her kêliya bi bêdengî û bêçareserî derbas dibe, kuştina mirovan e. Daxwazên birayê min û girtiyên di greva birçîbûnê de ne daxwazên mirovî ne. Ew daxwaz in ku divê bi cih werin anîn. Ji xwe li Girtîgeha Tîpa T a Duzeyê, di navbera 25-28'ê Îlonê de 4 rojan êşkence li birayê min û girtiyên li wir hemûyan hatibû kirin."

'EZ JI WAN NATIRSIM'

Yildirim got, "Girtîgeha Duzceyê ji aliyê Kazim Kaya ve dihate birêvebirin. Ew êşkenceya giran û cezayên hucreyê têra wî nekir, rabû girtî sirgûn kir. Ji bo me malbatan ceza bikin tiştekî wiha kir. Ez vê qebûl nakim û bêdeng nabim. Ji wan hatirsim û ez ê bêdeng nemînim.

Beriya niha tevî malbatê me daxwazname dabûn ji bo lêpirsîn bê kirin. Ez ê dîsa gilînameyê bidim û mijarê bişopînim. Heta ku sûcdar werin cezakirin ez ê dest ji wan bernedim. Birayê min bi tenê nîne, em pê re ne."