'Her ciwan divê li ser bingeha gerîlabûnê tevlî nava têkoşînê bibe'

Ciwanên ji Bakurê Kurdistanê ragihandin ku ew tevlî refên PKK'ê bûne û gotin, "Her ciwan divê li ser bingeha gerîlabûnê tevlî nava têkoşîna şoreşgerî bibe."

Ciwan bi coş û moraleke mezin berê xwe didin nava refên PKK'ê.

Ciwanên ji Bakurê Kurdistanê ku yek ji qadên girîng ê têkoşînê ye, bi daxuyaniyekê ragihandin ku tevlî nava refên PKK'ê bûne.

Ciwanan diyar kirin ku wê dewleta Tirk têk bibin û bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan kirin ku berê xwe bidin çiyayên azad.

'HETA DEWLETA TIRK A FAŞÎST BÊ HILWEŞANDIN...'

Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin, "Tecrîda giran a dewleta Tirk a faşîst a li ser Rêberê me, êrişên qirker komkujer ên li ser gelê Kurd û êrişên bi rêbazên li derveyî mirovahiyê yên li ser gerîlayan, em ciwanên Kurdistanê radigihînin ku tevlî nava refên têkoşîna PKK'ê dibin. Heta ku dewleta Tirk a faşîst hilweşînin em ê di pêngavên azadiyê yên şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de şer bikin."

Di daxuyaniyê de zext û zordariya rejîma AKP-MHP'ê ya li ser gelê Kurd hate bibîrxistin û hate destnîşankirin, ku gotina 'Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî biqedînin' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re dikin pîvana esasî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li se vê bingehê divê her ciwan bi rengekî xurt tevlî nava têkoşîna şoreşgerî bibe. Li ser bingeha gerîlabûnê tevlî bibe."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em radigihînin ku li dora ruhê berxwedanê yê Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê yên gerîla de em ê Têkoşîna Şoreşgerî ya Kurdistanê bi ser bixînin, rejîma dewleta Tirk a faşîst têk bibin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li ser bingeha pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de li çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên têkoşîna şoreşgerî ya PKK'ê bibin."