'Heqîqet Sara, Rojbîn û Ronahî ye'

Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, "Hevala Sara ne tenê ji bo tevgera azadiya jinê, jib o tevgera PKK'ê bi giştî mînak û sembola jiyana azad e."

Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, "Hevala Sara ne tenê ji bo tevgera azadiya jinê, jib o tevgera PKK'ê bi giştî mînak û sembola jiyana azad e."

Gerîlayan komkujiya 9'ê Çileyê ji anasa me re nirxandin.

PKK WEK AVEK ZELAL E

Sarîna Agirî: Ev komkujiya ku Parîsê ya li ser heval Sara û hevalên din bandoreke mezin li ser min çêkir. Ji bo min bû hêzek ku li ser rêya heval Sara bimeşim. Vê komkujiya ya li ser her sê jinên şoreşger, azadîxwaz ku li ser rêya heqîqetê dimeşiyan, hêzeke mezin dane min. Dema ku mirov li heval Sara û hevalên din dinere, rengê şoreşgerî, rengê azadiyê mirov bi wan re dibîne. Ez vê komkujiyê şermezar dikim. Em ê her tim li ser rêya wan bimeşin, heta wê rojê ku rastiya Kurdan, rastiya heqîqtê derkeve holê. Sekna heval Sara, heval Rojbîn û heval Ronahî gelek bandor li min kir. Divê civanên Ewropa, ciwanên Rojhilata Navîn hemû bikevin nav tevgerê. Ewropa û Rojhilata Navîn ev komkujî şermezar kirin. Çi dewletên Ewropa û çi jî dewletên hîyerarşîk pêwîst e werin şermezarkirin. Çi qas ji destê mirov were divê em şermezar bikin. Bila derkevin kolanan ji bo ku careke din komkujiyên wiha çênebin, jinên şoreşger, jinên Rojhilata Navîn divê serî rakin da ku careke din komkujiyên bi vî rengî dubare nebin. Her hevalek divê li ser rêya heqîqetê, ser rêya heval Sara bimeşe û heqîqetê derxînin holê. Heqîqet çiye? Heqîqet Şehîd Sara, Şehîd Rojbîn û Şehîd Ronahî ye. Li ser rêya wan meşa ber bi Kurdistan e azad e. Heke mirov peyvên Serokatî ji xwe re esas bigire, ser rêya milîtaniyê bimeşe, divê sekna Sara, Rojbîn, Ronahî ji xwe re esas bigire. Heke mirov bixwaze bibe jineke azad divê mirov weke heval Sara be, li ser rêya heqîqetê be. Bejna xwe li ber dijmin natewînin, li ber koletî û desthilatdariyê xwe natewînin. Çi qas ji me were divê em şopdarên rêya van şehîdan bin.

PKK weke aveke zelal e, weke pêlek e sipî ye, tiştek nayê veşartin, her tişt derdikeve holê. Komkujiya Şehîd Sara, komkujiya Roboskê, Helepçe, Zîlan namînin veşartin wê derkevin holê.

EV TÊKOŞÎN WÊ TIM BERDEWAM BE

Nûjiyan Cûdî; Bi derketina tevgera Apoyî re, di kesayata heval Sakîne de ev li gel me jî dest pê kir. Ji bo ku weki jin bikaribe di nav refên destpêkê de cih bigire, li dijî hişmendiya bi salan e têkoşîn da. Dema ku jinek azad be, xwe nas bike, wê civakeke azad jî bikaribe ava bike. Wê xwenasînek çêbibe, koletî û desthilatdarî wê nebe. Ji bo vê jî, ji destpêkê ve li dijî wê tim hewldanaek hebû. Wan dikir û nedikir nikarin vê vînê bişkînin. Li zindanê jî bi rêbaza hovane hate xwestin ku ev vîn were şikandin lê bi vîneke qeyîm têkoşînê berdewam kir.

Çi qasî hovî, êşkence pê kirin jî lê ew netirstiya, weke jineke ku xwe nas kirî, têkoşîna xwe berdewam kir. Ji xwe re jî bû vîn, ji bo hemû jinên dinayê û bi taybetî ji bo jinên Kurd bû vîn. Ji bo vê jî diyar e, berbiçav e ku bi milyonan jin rabûne û di rêya wê de dimeşin. Ew têkoşîna ku wan daye berdewam dikin. Ew roj, ew rêya ku ew qasî hatiye tarîkirin, wan ronak kirin. 

Em dikarin bibêjin şoreşa Rojava jî parçeyek, mînakek vê yekê ye. WeKî jinên Apoyî, jinên tevgerê xwe li dinyayê dane naskirin. Ev ê berdewam jî bike. Hem ji bo jinên Kurd hem ji bo jinên cîhanê yên ku bindest in, yên ku xwe nas nekirine, ev têkoşîn wê her berdewam bike.

Divê ev têkoşîn were berdewamkirin. Ji ber ku van hevalan jineke li ber mirnê anîn asteke berbiçav. Divê em vê kedê û vê berxwedaniyê mezin bikin. Di nav civakê de kî dibe bila bibe, divê hemû jinên ciwan li ber xwe bidin, li xwe xwedî derbikevin.

YEKEM JIN BÛ DI NAV PARTIYÊ DE CIH GIRT

Rozerîn Dêrik: Mînak, hevala Sakî ji bo me tê çi wateyê? Hevala Sakîne yekm jin bû ku ji destpêkê ve di nav PKK’ê de cihê xwe girt.  Heval Sara ji gelek aliyan ve bandor li ser min kir. Min pir hêz ji hevalan girt. Min jîg ot ez dikarim weke jinekê bihêz bibim. Weke şexs ez li xwe weke berpiryarî dibînim ku titşên hevala Sara dixwest bike, berdewam bikim. Ez dixwazim jin bigihije asteke wiha ku xwe nas bike. Pir dixwest ku jin xwe nas bike. Dixwest jin dîroka xwe, bingeha xwe nas bike. Ya dî jî, têkoşerî û berxwedêriya hevala Sara. Tim di nav têkoşîn û berxwedaniyeke mezin de bû. Min ev hemû di şexsê heval Sar de dît. Ez sond dixwim ku li ser xeta wê bimeşim.

Jinên ku hê xwe nas nekirine, yan jî di bin bandora sîstemê de ne, di şexsê heval Sara de, di şexsê hevalên me yên pêşeng de, yên şehîd de dikarin xwe kur bikin, hewl bidin wan nas bikin.  Ji bo jinên ciwan dibêjim, jin çi qasî bikaribin xwe nas bikin, çi qasî bixwazin jinê, cins nas bikin dikarin tevlêbûyina xwe jî, pêşengiya xwe jî nas bikin.

HEVAL SARA LI DIJÎ ÎXANETÊ XETA RAST DANÎ

Mazlûm Wan: Em di  seride sala 2017 li Rêber APO, tevahî gelê Kurd, hevalên ku  îro ser rêya heqiqatê  tedikoşin, em sersala wan pîroz dikin û  dibêjin sala 2017’an wê bibe azadîya Rêber APO. Çewa ku 15’ê Sibatê rojeke  reş e  di dîroka gelê Kurd de cih girtiye. Ji bo me 9’ê Çile jî  rojeke reş e. Ji bo çi rojeke reş e? Hevala Sara di  zindane Amedê de mîrateya Kemal Pîr û Mzalum Dogan e ku  ji me re maye. Hevala Sara dibeje “jiyana min her tim şer bû”. Hevala Sara şerê yekemîn li hemberî dayika xwe kir. Ji dayika xwe şer fêr bû û wî şerî  di zindanê Amedê de bi ser xist, heya roja îro jî anî. Hevala Sara di zindanê Amedê de her wek çirûskekê di nav hevalên xwe de diçirûsî. Ev çirûsk her wekî stêrkekê  berdevam dikir wê her  berdevam jî bike. Dema min sekna Heval Sara ya zindanê xwend pir bandor li helwesta min a jiyanê kir. Sekna me ya çiya çi bû, pir bandora li me kir. Ji ber heval Sara pîvan, xet li hemberê dijmin danî. Hemberê îxanetê xeta rast danî. Gelê me jî baş bizane ku heval Sara bi tekoşîna xwe, bi sekna xwe ya jiyanê ew xet zelal kir. Heval Sara hîn bêhtir li hemberî îxanet, hîn bêhtir li hemberî dagîrkerî, hemberî dijmin, hemberî her tiştê şer kir, heval li  derdorê xwe kom kirin. Hevala Sara dema mirov dibîne ji bo heyecane wê, moralê wê, ji bo gelê xwe çawa berxwedanî kiriye vê bandoreke mezin li ser min kir. Di ciwaniya xwe da her tim şer dike. Ji bo xwe bigihîne fikrê APOyî her tim şer dikir. Rêber APO dibêje “sekna heval Sakine wek bazekî ye”, her dibeziya sekna wê wisa bû. Her ber bi serkeftinê ve diçû. Min sekneke heval Sara ya li hember dijmin dît, min wek zilamekî ji xwe şerm kir. Jineke Kurd çawa ewqas li ber xwe daye lê me çi kir? Berxwedana heval Sara pir bandor li ser kir. Her tim hêza xwe ji wê digrim. Hevala Sara ji bo min her tim weke fermandarekî ye. Dibe ku nebû nesîba  min, min heval Sara di nav rexistinê de nas nekir lê ji bo min rêbereke pir mezin e. Lê pirtûke wê ez pêşnîyar dikim her kes pêwist e pirtûke heval Sara bixwîne. Heta pirtûke heval Sara em nexwînin fêm nekin fêhmkirina Serok APO zehmet e. Fêhmkirina Serokatî ji fêhmkirina heval Sara derbas dibe. Sekna heval Sara ji bo me sekna serkeftinê ye. Eger em dixwazin kar bikin pêwist e em  xwe bigihînin sekna heval Sara. Dema min heval Sara xwend bandoreke pir mezin ser min kir û lehûrbûneke di wî mile de jî bi min re çêbû. Di aliyê lêpirsî, xweavakirinê de her tim lêhûrbûnek çêbû. Dema ku mirov heval Sara dixwîne her tim moral distîne, hêz distîne. Dema ku min xwend di cihê xwe de lerizîm. Pir caran dema ku min heval Sara xwend, ez digiriyam.

Berxwedan Gabar: Di destpêkê de  komploya li ser heval Sakine  em şermezar dikin. Di destpêka PKK ê de heya niha heval Sakîne di nava tevgerê de pêşeng bûye. Di cihê herî zehmet de heval Sakîne Di nava tekoşîneke dijwar de bû û gelek tiştên mezin dane avakirin, bi vê berxwedaniya xwe ve bi tekoşîna xwe ve û bi berxwedana xwe ya zindanê tê naskirin. Ji ber ku di zîndanê de pir kesayet hebûn ku teslîm bûn lê li hemberî vê ya ku hertim li ber xwe de ya ku her tim jiyan da avakirin ya ku xwest di rêya Apoyî de bimeşe heval Sakîne bû. Dema ku mirov jiyana heval Sakîne dixwîne bandoreke mezin li mirovan dike ji ber ku weke jineke Kurd di wan deman de di wan salan de ku navê Kurd nedihat ser ziman , lê heval Sakîne Bi wê sekna xwe ku di nava zindanê de meşand hişt ku xeteke berxwedanî were nivîsandin. Yanî weke kesayeteke jin weke kesayeteke PKK’ê yek jî heval Sakîne bû. Dîsa jî ku bi salan di nava çiyan de jiya,  ruxmî ewqas zehmetiyan fermandariyeke bêhempa kir. Yanî di çiya de jî û di zîndanê de jî, di  her derê de tekoşîneke gelek mezin daye. Bi  şehadeta heval Sakine xwestin derbeyeke mezin li tevgera jinê bixin lê belê di heman demê de ev tê wataya ku eger derbe li tevgera jin hate xistin ev ji bo PKK’ê jî derbe ye; ji ber ku tevgera PKK’ê bi jinê  tê naskirin.  Xwestin bi vê şehadetê tekoşîna tevgerê lawaz bikin lê mixabin ti car bi şehadeta hevalan nikarin me lawaz bikin. Ji ber ku heval Sakîne bİ salan dİ van çİyan de jiya û xwedî kedeke bêhempa ye.  Ji bo vê jî em soz didin ku ti car rêya heval Sakîne em tenê nahêlin û em hertim rêya wê berdewam dikin wê hertim jî em li ser doza wan bimeşin û heta xwesteka wê pêk were em ê li ser daza wê bimeşin.