Hemalî yek ji pîşeyê kevnar yê Mêrdînê ye

Pîşeyê Hemaliyê weke malên kevirî yên Mêrdinê kevnar e. Hemalên Mêrdînê hem barê tiştan û hem ji barê giran yê jiyanê dihilgire. Bêyî ku bibêjin Havîn-Zivistan bê navber mecbûr in kar bikin û ne pêşerojek û ne ji sîgortayeke  wan heye.

Yek ji pîşeyê kevnar yê Merdinê hemalî ye. Tenê sermayeyeke  wan heye ew ji   benê ku li pişta xwe girêdidin, karê hemaliyê li gorî demên borî niha di rewşek gelek zehmet de ye. Di cihên teng û kolanên kaşî yên Mêrdinê de hilgirtina bar  li gorî şert û mercan e û ne hêsan e jî. Nêzî 100 kîlogram bar li pişta xwe dikin û ti ewlehiya tendirustî û mafê keda hemaliyê nîne. Bi salan  kesên ku hemaliyê dikin bi mecbûrî bi vî şêweyî kar dikin û heta dema ku birîndar nebin  bê navber kar dikin. Hemalên  dizanin ti ewlehiyeke  vî karî nine û dixwazin ev kar weke pîşeyekê were dîtin û dixwazin mafê keda wan were dayîn.Bi avakirina bajarê Mêrdinê re karê hemaliyê weke pîşeyekê dihate dîtin lê êdî dema xwe tije dike. Li gel barê li ser pişta wan barê jiyanê jî hîs dikin û gelek caran roja xwe betal derbas dikin. Krîza aboriyê ya ku li Mêrdinê jî dayî bandora xwe li  wan jî dike.

'BI QASÎ VÎ BAJARÎ EV PÎŞE KEVN E'

Hecî Şevket ku ev 40 sal e vî karî dike diyar kir ku bavê wî jî li Mêrdinê hemaliye kiriye û heta mirinê jî ev kar berdewam kiriye. Şevket ragihand ku hemû barê Mêrdinê dihilgirin û çiqas nexweş jî be mecbûr e kar bike û wiha dibêje; "Rêyên Mêrdinê hemû têne xwar û diçine jorê, bi salan e ku avahiyên li vir tên çêkirin, barê wan em dihilgirin. Berên van malan ku dema ev bajêr hatî avakirin bi karê hemaliyê hatine hilgirtin. Bavê min jî heta mirinê ev kar kir. Tiştên malan, xwarin, alavên dikanan çi dibe em dihilgirîn. Hinek caran em tiştan heta Yenişehira Mêrdinê ji dihilgirin. Em bi şêv û roj hertim li ser piyan in û em li barên ku em hilbigirin digerin."

"TIŞTEK NAKEVE DESTÊ ESNAFAN, NAKEVE YÊ ME JÎ’

Hecî Şevket got havîn-zivistan ew neçar in ku bixebitin, ti sîgorta û siberoja wan nîn e û wiha domand: ‘Siberojeke me nîn e. Hemû debara malê têkildarî barê li ser milê me ye. Hevjîna min nexweş e, 6 zarokên min hene, dixwînin. Rojekê ku kar nekin kî wê li wan binere. Ev kar zû mirov dixe erdê. Ji bo ku karekî dî nizanim hemaliyê dikim. Berê kar çi qas zêde bûye ew  qas zêde pere diketin destê me, niha pere nakevin destê me. Mirov tiştekî ji mala xwe re nakirin. Weke berê malzeme nayên dikanan. Em jî gelek caran bêyî ku sîftehê bikin li xwe dikin êvar. Ev 3 sal in krîza aborî li vir daye. Kesek nayê û naçe, hebin jî kesek pereyên xwe xerc nake. Ji bo ku esnaf tiştekî nakeve destê esnafan tiştek nakeve destê me jî.’’

‘HEKE WEKE PÎŞE BIHATA QEBÛLKIRIN ME YÊ SÎGORTAYA XWE RAZANDIBA’

Hecî Şevket got esnaf ji ber ku weke berê mal nakire karê wan jî kêm bûye û wiha got: ‘Krîzê li her kesî xist, bandor li me jî kir. Em niha betal in. Dema ku kar baş bû 150 tl dkete destê me. Niha bi zor û bela zikê xwe têr dikin. Ewlehiya tendiristiyê û siberojê nîn e, em nizanin em ê çi bikin. Xwendin nivîsandin nîn e. Qet neçûme dibistanê. Du caran emeliyata bûm, dîsa jî neçar im ku bixebitim. Fitiqa noqê bi min re heye. Her ku sal diçin girantir dibe. Li gel barê bi 100’an kîloyî barê jiyanê jî dikeve ser milê me. Em ji kar ne dilxweş in lê ka em çi bikin. Heke weke pîşe bihata qebûlkirin bi kêmanî em ê li bendê bûna ku malnişîn bibûna.’’