Çavdêrê siyasî Niyazî Hamît diyar kir, Tevegera Azadiya Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî sîstema mêtingeriya faşîst têkoşîneke xurt dike û got girîng e ku gelên Tirkiyê jî bi ‘na’yê tevlî vê pêvajoyê bibin.
Niyazî Hamît ji ANF’ê re axivî û got Erdogan di vê referandûmê de dixwaze desthilatdariya xwe xurt bike. Li gorî Hamît di serî de çapemenî hate bêdengkirin, gelek ji wan avêtin zindanan û dengê muxalefetê hate birîn. Daraz bi dest xist. Bi darbeya xwedêgiravî jî hemû saziyên dewletê bi dest xist. MHP kir kontrola xwe. CHP bêdeng kir. Medyaya azad nema. Mirovên zanyar, ên ku azad difikirîn, nûçegihan ên ku neketin bin kontrola AKP’ê jî xistin zindanan. Artêş kontrol kir. Ên ne li gorî xwe bi sûcdakirian Fethillah Gulenî avête girtîgehê. Sûda jiyanê neda kesên dijî AKP’ê. Ji bilî Kurdan hêzeke rastîn a muxalefetê nîn e. Erdogan bi vê refeferandûmê dixwaze wan jî radest bigire û dîktatoriya xwe bi temamî sazûman bike.
‘NA’ DIKARE HINEKÎ ASTENG BIKE
Hamît diyar kir ku di serî de Kurd hemû hêzên alîgirê aştî û demorasiyê divê ji faşîzma Erdogan û dîktatoriya wî re ‘na’ bibêjin û got, bi NA’yê gelên Tirkiyeyê wê bi ser bikevin, dîktatoriya Erdogan heta bi astekê wê were astengkirin.
TÊKOŞÎN WÊ BI REFRANDÛMÊ NEQEDE
Hamît diyar kir ku encam çi dibe bila bibe têkoşîn ji bo Kurdan û gelên Tirkiyê wê bi referandûmê neqede û got: ‘’Wê têkoşîneke hişk were dayin. Heke erê derkeve Erdogan bi hiştî wê bi ser kesên derveyî xwe de biçe. Hemû dîktator vê rêyê ji xwe re esas dibînin. Li dijî vê tenê ku têkoşîn li hemû civakê were belavkirin serkeftin dikare were.’’
GELÊN TIRKIYE DIVÊ TEVLÎ VÊ PÊVAJOYÊ BIBIN
Hamît dîroka berxwedanê ya Tevgera Azadiya Kurd bi bîr xist û bal kişande girêva birçîbûnê ya li dijî faşîzma Erdogan a ku li girtîgehên Tirkiyê pêk tê. Hamît got, Tevgera Azadia Kurd li her deverê, li hemû beşên Kurdistanê li dijî mêtingeriya faşîst niha jî bi xurtî têdikoşe û got: ‘’Lê divê hemû gelên Tirkiyê tevlî vê pêvajoyê bibin. Berxwedana li zindanan têkoşîneke wiha ye ku divê destekeke mezin jê re çêbibe. Divê her kes jî bi vê berpirsyariyê tevbigerin.’’