Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 14 kesan

Hejmara kesên di şewata Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 14 kesan.

Şeva 20’ê Hezîranê li gundên bi ser navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ve şewat derketibû. Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14 kesan. Kerîme Erdenlî ya di şewatê de birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê dihat tedawîkirin, vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Hejmara qurbaniyan gihîşt 14 kesan. 12 kesên di şewatê de miribûn duh hatibûn veşartin. 

Ji bo kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan li taxên Tobînî, Kelekê û Herberê şîn hatin danîn.