'Hedefa şerê taybet, jin e'

Hevseroka HEDEP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci got, sedema zêdebûna bûyerên destavêtin, destdirêjî û fûhûşê ya li Mêrdînê, konsepta şerê taybet e.

Hevseroka HEDEP'ê ya navçeya Nisêbînê Şîndar Akinci anî ziman ku êrîşên di çarçoveya konsepta şerê taybet de têne kirin dualî ne, hem li dijî bedena jinê ne, hem jî li hemberî çand û nasnameyê ne.

Rûniştina doza darizandina Eyup K. di 30'ê Cotmehê de pêk hat ku li Nisêbînê destdirêjî li çar zarokan kiribû. Piştî ku du zarokên keç bûyerên bi serê wan ve hat ji mamosteyên xwe re vegotin, bûyera destdirêjiyê eşkere bû. Li gel îfadeyên wan, her wiha qeydên kamera û belgeyên li ser bûyerê jî dadgehê biryar da ku Eyup K. bi rengekî negirtî bê darizandin.

Hevseroka HEDEP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci anî ziman ku zêdebûna bûyerên destavêtinê yên ji aliyê rayedarên dewletê ve têne kirin divê weke beşek ji polîtîkayên taybet ên li ser herêmê bêne nirxandin û diyar kir ku bi taybetî piştî pêvajoya xwerêveberiyê bûyerên destavêtin, destdirêjî û fûhûşê di çarçoveya konsepta şerê taybet de li herêmê zêde bûne. Akinci got, "Du aliyên êrîşê hene; hem li dijî bedena jinê ne, hem jî li hemberî çand û nasnameya wê ne. Zanin ku wê tiştek bi wan neyê û bi vê têgihiştinê êrîş dikin. Li dadgehê di dema parastinê de dilsoziya xwe ya bi welat, milet û alê re tînin ziman. Têne berdan, bi giranî jî nayên cezakirin. Tên teşwîqkirin, parastin."

YÊN TÊNE DARIZANDIN Û YÊN DIDIN DARIZANDIN WEKE HEV IN

Çawişê pispor Eyup K. li Nisêbînê bi bahaneya pirsîna navnîşanê zarok xist wesayita xwe û destdirêjî li wan kir, lê di doza darizandinê de biryara berdana wî hate dayin. Hevserok Şîndar Akinci anî ziman ku bi qasî biryara berdana çawişê pispor her wiha parastina parêzerê wî jî ne ya qebûlkirinê ye û got, dema ku biryar hate dayin ku çawişê pispor ê sûcdar bê berdan qala dilsoziya wî ya bi welat û pîşeyê wî yê leşkeriyê hate kirin, ku ev yek nîşan dide yê tê darizandin û yê dide darizandin weke hev in.

ZANIN KU WÊ TIŞTEK BI WAN NEYÊ

Akinci bi bîr xist ku herî dawî li Dêrikê sîxurî li jineke ciwan hate ferzkirin, cerdevan destdirêjî lê kir û dema ku eşkere bû, cerdevan got 'Wê biçûya çiyê, lewma min ev yek kir' û got, "Me di bûyera li Nisêbînê de jî dî tku kesê destdirêjî kir hate berdan. Şêweyê parastina parêzer jî li holê bû. Ev miroz zanin ku dema tiştekî bi vî rengî kirin wê tiştek bi wan neyê, wê ceza li wan neyê birîn. Wê bêne xelatkirin. Bi dilsoziya xwe ya bi welat û alê re parastina xwe dikin û têne berdan."

ZÊDEBÛNA BÛYERAN TESADÛFÎ NÎNE

Şîndar Akinci ragihand ku kiryarên konsepta şerê taybet li gorî demê ji aliyê rê, rêbaz û astê ve têne guhertin û bi bîr xist ku piştî pêvajoya xwerêveberiyê polîtîkayên dewletê yên li dijî bedena jinê zêde bûne.

Şîndar Akinci anî ziman ku di dema hevşaredariya Ayşe Gokkan de Nisêbîn weke 'Bajarê Jinê' hate ragihandin û got, li bajarekî bi vî rengî zêdebûna bûyerên tundî, destdirêjî û îstîsmarkirinê rasthatin nîne. Şîndar Akinci got, "Konsept dest diguherîne, şekil diguherîne. Asîmîlasyon û destdirêjiya li YÎBO'yan têne zanîn. Bi salan mirovên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan, bi taybetî jî bedena jinan hatin teşhîrkirin. Bi rêya vê yekê dixwazin gelekî biçûk bixînin. Li Mêrdînê bi taybetî piştî pêvajoya xwerêveberiyê ya sala 2016'an bûyerên destdirêjî, îstîsmar, tundiyê zêde bûne. Kiryar hemû êrîşkarên bi unîforma ne, rayedarên dewletê ne. Bûyerên ku li Nisêbînê diqewimin divê di çarçoveya konsepta şerê taybet a heyî de bê nirxandin. Êrîş du alî ne; hem li hemberî bedena jinê têne kirin hem jî li dijî çand û nasnameya jinê ne. Zanin ku wê tiştek bi wan neyê, lewma bi vî rengî dikin."

Şîndar Akinci destnîşan kir, ku ew ê li hemberî vê konsepta şerê taybet a li ser bedena jinê tê meşandin bêdeng nemînin.