Heco: Alîkariya gerilayan ji bo Êzidiyan bû mîladek

Hevseroka berê yê MXDŞ'ê Riham Haco bal kişande ser rola dewleta Tirk a di komkujiya Êzîdiyan de diyar kir rola PDK'ê jî tê de hebû û got, ''Ji bo me bû mîladek ku me dit hêzên HPG'ê û YJA Starê alîkarî da me.''

Hevseroka berê yê MXDŞ'ê Riham Heco ji bo salvegera Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an got dema Ferman hatî ser Şengalê hêzên PDK'ê û hikûmeta Iraqê hebûn lê rola xwe nelîstin, dema Fermanê sûc kirin û hem hemû cîhanê û hem jî gelê Êzîdî şahidî li vê kirin.

Heco got, ''Van hêzan vîn û baweriya gel dernexistin holê, hemûyan li vir tenê ji bo xwe leşker derxistin. Tiştek nedane gel. Dawiyê jî xwedî jî li wan nehate derketin. Di berpirsyariya wan de Ferman anîn. Xwe weke xwediyê civakê didîtin, mecbûr bûn ku vê civakê biparêzin. Ev peywira wan bû lê bi cih neanîn.''

Heco bi bîr xist beriya ku DAÎŞ were bi 1-2 mehan çekdarên bi ser PDK'ê ve çekên gel ji wan standine û ew ji vê digihijin wê encamê hêzên ku li Şengalê bûn haya wan ji êrîşên DAÎŞ'ê hebûn û got, ''Hikûmeta Iraqê wê demê ket. Li nav hikûmetê hin kes dilxwazên DAÎŞ'ê bûn. Li dijî dewletê li her deverê şer kirin. Di nav gel de nîjatperestî, milliyetgirî geş kiribûn. Ji vî alî ve civak gelek problem dijiya. Dema ku DAÎŞ hatî gelek zext li ser Siniyan hebû.''

Heco bi berdewamî li ser rola hêzên çekdar ên PDK'ê di komkujiyê de got, ''Dema ku mirov çekên Êzîdiyan ji dest wan bistîne ev tê çi maneyê? Tu wan bêparastin dihêlî. Heta roja komkujiyê digotin, ''rehet bin, pêşmergeyên leheng li pey we ne''. Ji ber ku beriya komkujiyê bi çend mehan dema ku Mûsil ketî hêzên Iraqê Şengal berdabûn. Lê hêzen pêşmere heta roja komkujiyê jî li vir bûn. Pêşmer şeva komkujiyê jî gotibûn, ''Rakevin. Pêşmerge li pişt we ne. Dema ku hêzeke weke pêşmerge li pişt we be hûn çawa dikarin bitirsin, rakevin.'' Gel jî bi wan bawer kir.

Roja dîtir gel dît ku pêşmerge bi çek, cebilxane, hêzên xwe direve Başûrê Kurdistanê. Di vê plansaziyê de her cure bêwijdanî heye. Komkujiya 3'yê Tebaxê wiha pêk hat.''

Heco bi berdewamî diyar kir li Şengalê hemû hêz reviyan lê şervanên azadiyê berê xwe dane mirinê û got, ''Hêzên gerîla dema ku berê xwe dane Şengalê dizanîbûn ku li Şengalê rewşeke çawa heye. Dizanîbûn ku li Şengalê şerekî mezin heye. Dizanîbûn ku berdêl jî pir giran e. Li gel vê jî ji bo ku gel xilas bikin berê xwe dane Şengalê. Ev jî ne minetek bû. Ji ber ku koka Kurdbûnê Êzdayatî ye. Heke îro PKK, HPG li Êzîdiyan xwedî dertên, li hebûna xwe xwedî detên. Peywira HPG, YJA-Starê û PKK'ê bû ku li Êzîdiyan xwedî derkevin.''

Heco bi berdewamî got, ''Ji bo ku hêzên gerîla werein Şengalê Rêbertî talîmat da. Vê hîseke cuda bi me Êzidiyan re çêkir. Ji ber ku di dîrokê de bi qasî ku em bûne şahid Kurd jî bûne hevkarê komkujiyên li ser Êzîdiyan. Gel jî wiha dibêje. 

Tişta ku PDK di komkujiya 3'yê Tebaxê de kirî nîşan dida ku Kurd li ber vê fermanê nebûne asteng. Ji ber vê me Êzidiyan tim xwe bêxwedî dît. Her kesî em dikuştin, tine dikirin. Ji bo me mîladek bû ku me dît hêzên HPG'ê û YJA Starê bi hawara me ve hatin. Ev tiştekî nû bû. Me qet nedîtibû ku hin kes ji bo me çûne mirinê. Her carê hin kes ji bo ku em bimirin bi ser me de dihatin. Ev ji bo me tiştekî manewî bû. Ev gel heta niha ji heft salî bigirin heta bi heftê saliyan dilsozê hêzên HPG'ê û YJA Starê ne.''

Heco bi berdewamî diyar kir Êzîdî zû bi zû kesî ji xwe nabînin, li firazeya wan dinerin û li gorî wê tevdigerin, dema ku firazeya hêzên gerîla ditine, ew ji xwe cihê nedîtine û got, ''Êzîdî dema ku dia dikin dibêjin, ''Ra reb, pêşî bide 72 miletan, piştre bide me'', PKK jî wiha ye. Ji bo xwîşk û biratiya gelan, ji bo gelên mezlûm xwe feda dike. Ji ber vê gelek hêlên wan ên hevpar hene.

Mînak, PKK zilmê qebûl nake, gelê Êzîdî jî. Ew jî dagirkeriyê qebûl nakin, Êzîdî jî. Ew jî serê xwe natewînin, Êzîdî jî. Mînak gerîlayên jin ên HPG'ê, YJA Starê ji bo ku kevin dest dijmn xwe feda dikin, jinên Êzîdî jî ev kirin. Ji bo ku nekevin dest dijmin bi hezaran jê xwe feda kirin. Ango herdu jî teslîmbûnê qebûl nakin, heta dawî li ber xwe didin, têdikoşin.''

Heco bi berdewamî diyar kir bi hatina hêzên HPG'ê û YJA Stare re raman, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiey Şengalê, hêzên ku Şengal berdan, ew hesab dikirin ku Şengal vala bibe, Êzidiyan qir bikin lê bi pêşengiya Şehîd Mam Zekî Şengalî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol û Nûjîn li Şengalê jiyan, rêxistiniyeke nû ava bûye, xebatên di qada leşkerî, siyasî, civakî de kirin ev planên wan pûç kirine, her wiha bawerî û vîna gel xurt bûy. Heco got ''Hêzên PKK'ê ji bo gelê ku li çiyayên Şengalê asê man hem bû hêvî hem jî derfetên jiyanê ji bo wan ava kir.''

Heco bi berdewamî diyar kir bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi keda pîroz a gerîla rêxistiniya civakê hatiye kirin, sazûmaniya wê hatiye danîn, di meha 8'an de rêxistiniya gel hatiye kirin, piştî komkujiyê bi 3 rojan YBŞ hatiye ragihandin, bi felsefeya Ocalan hem li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn hatiye kirin û hem jî têkoşîna civakî hatiye dayin, bi civakê re têkildar bûn, civakê sazûmaniya xwe daniye, Meclîsên Gel hatine avakirin, pergala hevseroktiyê hatiye danîn û got, ''Vê pergalê tesîr li ser Êzîdiyan kir. Civaka Êzîdî bi jinan tê naskirin. Jinên Êzîdî pêşengiya vê civakê kirine. Ferman civakê diguherînin. Lê piştî vê Fermana dawî Êzdatî gihaşte kokên xwe. Sazûmaniya ku hatî avakirin wê pêşî li hemû komplo û planan bigire. Gel ne ku xwe tenê diparêze, her wiha ji bo mafên xwe têdikoşe. Felsefeya Rêber Apo li Şengalê encamên xweş tîne.''

Heco li ser rola dewleta Tirk a di Fermanê de got, ''Ê ku rêxistiniya DAÎŞ'ê kirî û bi ser me de şandî Tirkiye bû. Hemû DAÎŞ'iyên ku îfadde dan gotin ,''Em di ser Tirkiyê re hatin vir''. Ên ku em bi Fermanê re hiştin û xayintî kirin PDK bû. Ew jî parçyek ji vê tifaê ne, Iraq jî bi wan re bû dost. NY'yê jî li bara van rûdanan xwe kerr û kor kir û ev tifaq li ber çavê wan hate danîn.  Tenê rêbaza eynî hêzan guherî. Di Ferman'a dî de DAÎŞ bi kar anîn, niha jî bi qanûnan vê dikin. Lê em bi hêz û vîna xwe li pêşberî vê sekinînin û bi rêxistiniya xwe me ev tifaq pûç kir.''

Heco bi bîr xist ku Belçîka û Hollanda fermanê weke qirkirinê qebûl dikin, ev gaveke girîng e lê ne bes e, ew hêvî dikin ku bi pratîkî gavinan bvaêjin û got, ''Wê çi bikin? Beriya her tiştî divê vê vîna ku Êzîdiyan di nav heft salan de bi têkoşîna xwe danîne nas bikin. Naskirina fermana li ser Êzîdiyan, bêyî naskirina vîna wan nabe.

Her wiha hêzên ku Ferman anîne divê werin darizandin û hesabê Fermanê were pirsîn. Di biryaran de divê ev xal hebin. Li ser fermanê divê dosyayek berfireh hebe û ev dewleta vê fermanê bi berfirehî binirxînin, ji hesabpirsînê bigirin heta bi naskirina vîna gel ev mijar divê bi berfirehî were vekirin û gavên pratîk bêne avêtin. Divê gorên komî werin vekirin, bi hezaran jinên Êzîdî yên di destê DAÎŞ'ê de hêsîr werin rizgaririn. Ev biryar divê tenê li ser kaxezan nemîne. Heke tifaqa 9'ê Cotmehê qebûl dikin naxwe ev tê maneya ku vîna Êzîdiyan nas nakin. Nasnekirina vîna civakekê jî qirkirin e. Heke Ferman wê were qebûlkirin bêşert divê were qebûlkirin.''