Hebûna PKK'ê misogeriya azadiyê ya civaka Êzidî ye

Ji Fermandarên HPG'ê yên li Şengalê Egîd Kelar got, hebûna wan a li herêmê misogeriya azadiyê ya civaka Êzidî ye.

Aloziya li Şengalê, ku piştî êrîşên provokasyonê û veguhastina çekan a hêzên PDK'ê dest pê kir, dewam dike. Ji Fermandarên HPG'e yên li herêmê Egîd Kelar diyar kir, êrîşa li Xanesorê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye plankirin û diyar kir, Enqere dixwaze bi destê PDK'ê planên xwe yên li herêmê bixe meriyetê. Kelar destnîşan kir, ew misogeriya azadiyê ya civaka Êzidî ya li Şengalê ne.

PLANA LI ŞENGALÊ PLANA ENIYA SÛNÎ YE KU TIRKIYE-PDK PARÇEYEKÎ VÊ PLANÊ NE

Kelar diyar kir, biryara li ser plana teslîmkirina Mûsil, Telafer û Şengalê ji DAIŞ'ê re, di civînên salên 2013-14'an de li Qaterê hate girtin û destnîşan kir, Tirkiye û PDK Jî parçeyek ji vê ne. Kelar anî ziman, Tirkiye timî destek daye çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ahrar El Şam û ji bo ev hêz li herêmê belav bibin, li hev kirine. Kelar got, radestkirina Şengal û Telaferê bi rengekî bê şer, ji ber vê yekê ye.

Kelar işaret bi berxwedana Kobanê kir, ku gelek hesabên van hêsan ji hev xist û ragihand, serketina YPG'ê deriyê pêvajoyeke nû heta dawiyê vekiriye. Kelar diyar kir, piştî berxwedana li Şengalê ev der jî hatiye rizgarikrin û destnîşan kir, ku di van serketinan de rola tifaqa Kurdan heye, ku ev yek di dîrokê de yekemcar e, rû dide.

AKP, YA KU BI DAIŞ'Ê NEKARÎ BI SER BIXÎNE, HEWL DIDE BI HÊZÊN DIN BIKE

Kelar di dewama axaftina xwe de got, "Di dema dawî de Tirk careke din polîtîkaya xwe ya berê vegeriyan. Dixwaze Kurdên Sûnî, bi taybetî PDK'ê û hêzên pê ve girêdayî, her wiha beşek ji Ereb û Tirkmenan bi xwe ve girê bide û ya ku bi DAIŞ'ê nekarî bike, bi van hêzan bike. Tevî ku rola PKK'ê ya di rizgarkirina Şengalê de tê zanîn jî, îro ev rol tê înkarkirin. Di ser re radibin dibêjin 'divê PKK derkeve'. YPG'ê dixwaze dest bi operasyona Reqayê bike, lê Tirk ji bo pêşî lê bigire, çi jê tê dike. Ji ber ku di planana xwe ya berê de bi israr e."

Kelar wiha dewam kir: "Xwediyê 'pêşmergeyên roj' Davûtoglû bû. Di destpêkê de li Başîkayê ev perwerde kirin û piştre di bin navê Heşdî Watanî de hêzeke ji Ereban pêk tê perwerde kirin. Dûre pêşmergeyên PDK'ê perwerde kirin. Li dijî kê? Li dijî Kurdan perwerde kirin. Êrîşa li Xanesorê, xwedî rabirdûyeke bi vî rengî ye. Xwestin çi bikin? Xwestin, êrîşî Xanesorê ya ku berê ji aliyê hêzên YBŞ û YJŞ'ê ve hate rizgarkirin bikin û ji wir derbasî Rojava bibin. Ji xwe li her derê dibêjin, 'leşkerên Tirk wê bi kincê pêşmerge derbasî nava Şengalê, Qendîlê, Kerkûkê ya jî Rojava bibin. Yanî atmosfereke bi vî rengî ji niha ve afirandine. Ev yek asta têkiliya PDK'ê ya bi Tirkan re radixe pêş çavan. Her kesên bûyeran ji nêz ve dişopînin baş dizanin ku yên êrîşa li Xanesorê plan kirin, Tirk in. Pêşmerge weke piyon hate bikaranîn, lê hêzên Kurd destûra vê nedan. Û wê ti carî nehêlin ku Kurdistan bibe parçeyek ji şerê mêtîngeriyê."

BI TAKTÎKÊN GERÎLA PÊŞÎ LI ÊRÎŞÊN DAWÎ HATE GIRTIN

Fermandar Kelar anî ziman, armanca bingehîn a êrîşa dawî ya balafirên şer ên dewleta Tirk, Rojava bû û got, "Dibe ku hin nuqteyên me jî kirin hedef, lê belê armanca bingehîn Rojava bû. Di vir de rola dewletên mezin jî hebûn.Naxwe hem DYA, hme jî Rûsya diviyabû nerazîbûneke gelekî tund nîşan bidan. Lê ji helwesta wan tê fehmkirin, ku di vir de para wan jî heye. Divê biryara dawî ya gelê Rojava ya ji bo qedexekirina firîna balafirên şer, destek bikin. Ji ber ku Tirkan hê dest ji xeyalên xwe yên berê bernedane û dikarin her gavê tevlîheviyê bikin.

Kelar destnîşan kir, bi taktîkên gerîla re pêşî li êrîşên dawî yên dewleta Tirk hate girtin û anî ziman, zimanê PDK'ê yê piştî êrîşê bi kar anî, zimanê dewleta Tirk bû û xizmet ji wê re kir. Kelar diyar kir, li hemberî vê yekê, gel bi xurtî nerazîbûn nîşanî hêzên dagirker da.

Egîd Kelar anî ziman, ku ew ê bi pêşengiya şehîdan têkoşîna xwe bidomînin û got, "Bêguman me li Şengalê gelek şehîdên hêja dan. Û tenê armanceke hemû şehîdên me hebû. Azadkirina civaka Êzidî û Êzîdxanê bû. Bicihanîna vê armancê, wezîfe û sonda me ye."