HDP’yiyên destgîrkirî di greva birçîbûnê de ne

Diyar bû muameleya xirab û tundiya fîzîkî li bi sedan HDP’yiyên ku 19’ê Tebaxê hatibûn destgîrkirin, hatiye kirin. Hate ragihandin ku HDP’yiyan dest bi greva birçÎbûnê kirine.

Hemwext bi desteserkirina şaredariyên HDP’ê ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve di operasyonên ku navenda wê Amed bû li dehan bajaran nêzî 500 kes hatin destgîrkirin.

Li Amedê gelek kes li Şaxê Siyasî yê Miduryeta Emniyetê ya Amedê tên girtin. Beriya rojekê nêzî 40 kes hatibûn berdan. Lê heta niha li Amedê zêdetirî 100 kes destgîrkirine. Diyar bû kesên hatine destgîrkirin muameleya xirab li wan tê kirin.

DIJÛN, TUNDÎ Û ASTENGIYA DERMANAN

Derket holê ku polîs li korîdorên nezaretxaneyan digerin û dijûnan dikin. Pêdawistiyên bingehîn yên HDP’yiyan nayê pêşwazî kirin û piştî hevdîtina bi parêzeran re dibin nezaretxaneyê tundiya fizîkî û psîkolojîk li wan dikin.

Hate diyar kirin ku kesên pêwistiya wan bi bijîşkan hene, nîşanî bijîşkan nakin, dermanan nadin û polîs ji wan re dibêje; “Bila partiya we were we rizgar bike”. Hate ragihandin ku kesên rewşa wan ya tenduristiyê xirab dibin nexweşxaneyê û di rê de jî tundiya fizîkî li wan tê kirin.

 DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Li gorî agahiyên tiştên malbat ji wan re dişînin jî nadin HDP’yiyan. Li dijî van bûyeran jinên hatine destgîrkirin bi gotina; “Li dijî vê rewşa esaret û dîlgirtiyê me dest bi çalakiyê kir” û zilamên din jî beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûne.