HDP'yî û KCD'yî yên ku dixwestin biçine Amarayê hatin astengkirin

Wekîlên HDP’ê, nûnerên KCD’ê xwestin ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biçine Amarayê, lê hêzên çekdar ên dewletê nehiştin ku biçin.

Şandeya ku ji bo rojbûna rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dixweste biçe Amarayê hate astengkirin. Di nav şandeyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Wekîlên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Dîlek Ocalan, Saadet Becerîklî, Aycan Îrmez, Mizgîn Irgat, Behçet Yildirim, hevseroka HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek endamên partiye hebûn.

Şande ji avahiya navçeyê ya Xelfetî ya HDP’ê bi rê ket û xwest biçe gundê Amarayê. Di derketina Xelefetî de hêzên çekdar ên dewletê destûr nedan ku şande biçe.