HDP: Tecrîd şer giran dike

Parlamentera HDP'ê Semra Guzel got, "Bêdengkirina Ocalan tê wateya kûrkirina neçareseriyê, tê wateya şer, newekhevî û faşîzmeke giran. Eger Ocalan biaxive wê aştî pêk were, tecrîd dewam bike wê şer mezin bibe."

Rêxistina HDP'ê ya Amedê der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê. Civîn li Salona Konferansê ya Vedat Aydin pêk hat û parlamenterên HDP'ê Semra Guzel, Mûsa Farisogûllari û Dersim Dag, Hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyên desteserkirî tevlî bûn.

'TECRÎD BI BERXWEDANÊ TÊK DIÇE'

Parlamenter Semra Guzel bal kişand ser têkoşîna li dijî tecrîdê û bi bîr xist ku bi çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên bi pêşengiya Leyla Guven pêk hat, tecrîd têk bir.

Guzel anî ziman ku bi têkçûna tecrîdê re hêviya ji bo aştî û çareseriyê ji nû ve afirî û bi bîr xist ku Ocalan bi rêya parêzerên xwe gotibû, "30-40 rojên pêş wê diyarker be".

Guzel destnîşan kir, hikumetê bi polîtîkaya şer bersiv da daxwaza aştiyê ya Ocalan.

Parlamenter Guzel bi bîr xist ku tecrîd hîn jî dewam dike û got, "Tecrîd rêbazeke êşkenceyê ya demdirêj e. Hiqûqî nîne. Yê ku deriyê aştiyê veke Îmrali û Birêz Ocalan e. Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna me dewam bike."

Semra Guzel anî ziman ku zîhniyeta di sala 1999'an de bi komploya navneteweyî Birêz Abdullah Ocalan dîl girt û hewl da hêviya aştiyê ya gelan têk bibe, niha jî bi şer û bêhiqûqiyê hewl dide hebûna xwe dewam bike.

Guzel got, "Birêz Ocalan bi tespît û sekna xwe ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo gelên Rojhialta Navîn û tevahiya cîhanê perspektîfa çareseriyê nîşan da û her tim ev yek parast. Ev perspektîfa çareseriyê xizmetê ji şer re nake, ji aştiyê re dike, ji bêhiqûqiyê re nake. Perspektîfa neteweya demokratîk e ku xwe dispêre pîvanên jiyana civakî."

Guzel ragihand ku ev kiryara derveyî mirovahiyê ne tenê li dijî Ocalan e, di şexsê Ocalan de li dijî civakê, jinan û çandê ye, dixwazin wan hemûyan tecrîd bikin.

'DEMA KU OCALAN BIAXIVE, AŞTÎ PÊK TÊ'

Guzel got, " Bêdengkirina Ocalan tê wateya kûrkirina neçareseriyê, tê wateya şer, newekhevî û faşîzmeke giran. Eger Ocalan biaxive wê aştî pêk were, tecrîd dewam bike wê şer mezin bibe."

Guzel destnîşan kir, ku yên tecrîdê li Ocalan ferz dikin xwedî zîhniyeteke faşîst e û diyar kir ku tecrîd hem li gorî hiqûqa neteweyî hem jî li gorî ya navneteweyî sûc e. Guzel got, "Hikumeta heyî polîtîkayeke welê dimeşîne ku hem mafên mirovan binpê dike, hem jî destûra xwe ya bingehîn betal kiriye û li ser bêhiqûqiyê hewl dide xwe rewa bike."

Di daxuyaniyê de hate xwestin, ku tecrîd tavilê bi dawî bibe.