Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber salvgera komkujiya Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Cizîrê li dawiya operasyonên dijî mirovhiyê weke bajarê ku ‘jêrzemînên mirinê’’ lê hate jiyîn derbasî dîrokê bû û bi berdewamî; ‘’Di qedexeya derketina derve de 211 kesên ku nasnameya wan diyar bûyî, 72 kesên ku nasnameya wan diyar nebûyî jiyana xwe ji dest dan. Ji zarokên di pêçekê de bigirin ta bi yixtiyarên 80 salî, jin, zarok, xwendekarên zanîngehê hatin înfazkirin. Ev rastî di serî de di rapora Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, di raporên gelek parlamento, saziyên rêxistinên civakî, di raporên saziyên mafê mirovan de cih girt. Hovîtiya li Cizîrê derbasî dîrokê bû. Ên ku asteng kirin şandeyên navnetewî û çapamenî werin Cizîrê nekarîn asteng bikin ku ev rastî werin nivîsin, axaftin û rapora wan were girêdan.’’
‘BAJARÊ BERXWEDÊRAN’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Cizîrê di heman demê de weke bajarê ku li dijî vê zexta giran û dijî mirovahiyê li ber xwe dayî, kete dîrokê’ û bi berdewamî, ‘’Gotinên Mehmet Tûnc, Asya Yuksel, Derya Koçe ciwan, jinan ku digotin, ‘bi me serfiraz bin, me çokê xwe li wan nedanî’ di bîra Kurdan û hêzên demokrasiyê de zindî man.
Beşek ji van kesên ku ev komkujî li Cizîrê kirin, fermand didan û bi rê ve dibirin piştre bi îdîaya ku darbeya 15’ê Tîrmehê kirine û plansaziya wê kirine hatin girtin. Lê ji wê rojê ve têkildarî wan kesan ku fermana ‘jêrzemîna mirinê’ dayin, têkildarî wan kesên ku ev hovîtî kirine ti lêpirsînek nehatiye vekirin.
Têkildarî berpirsên îdarî û siyasî ti hewldana cezakirinê çênebûye.
Lê li hêla dî li ser siyasetmedar, rêveberiyên şaredariyê, wekî û hevserokên me ku li Cizîrê li dijî tiştên ku li bajarên Kurdan têne jiyîn li ber xwe dan, siyaset teşhîr dikirin û raya giştî agahdar dikirin gelek doz hatin vekirin.’’
‘EM Ê HESABÊ WÊ BIPIRSIN’
HDP’ê herî dawî ev peyam da:
‘’Em ê yek gavê jî xwe li paş nehêlin ku berpirsên komkujiya Cizîrê û bajarên din ên Kurd derxînin ber hiqûqê, di serî de Hikûmeta AKP, ji bo hemû kesên ku biryara komkujiyê dane, kirine, çi sivîl, çi leşker ji bo ku di hêla siyasî û hiqûqî de hesab bidin, em ê têkoşîna xwe her bidin.
Em ê mirovên xwe yên ku ji bo mirovahiyê û rûmetê li ber xwe dane qet ji bîr nekin. Em ê wan weke lehengên bê nav û bi nav ên demokrasî, azadî û wekheviyê bi hurmet û minet bi bîr bînin.’’