HDP’ê li Wanê starta hilbijartinê da

Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Wanê Umîd Dede got, ''31'ê Adarê careke dî wê vîna gel bi ser bikeve''. Hevseroka Bajêr ê DBP'ê Ayla Tarhan jî got, ''Kurd tim li vîna xwe xwedî derketin''.

Rêxistina Bajêr a Wanê ya HDP'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku wan xebatên hilbijartinê dane destpêkirin.

Daxuyaniya çapemeniyê li ber avahiya HDP'ê hate dayin.

BANGA SERLÊDANÊ

Hevsrokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede ragihand komîsyona wan a hilbijartinê ji 20'ê Mijdarê ve dest bi standina dosyayayên serlêdanê kiriye û serlêdana weke sala 2014'an vê carê jî wê li avahiya bajêr a DBP'ê werin standin. Dede bang li jin û ciwanan kir ku xwe di ber nametiyê re bikin.

'QEYÛM BÛNE QEREQOL Û LI GEL HATINE QEDEXEKIRIN'

Dede bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser aştiyê ye.

Dede bi bîr xist ku 96 şaredariyên wan hatine desteserkirin, diyar kir ku polîtîkaya qeyûm û tecrîdê ji hev ne qut in û got, qeyûman şaredarî kirine mîna qereqolan, bi bendên hesinî û betonê hatine dorpêçkirin, şaredarî li gel hatine qedexekirin.

Dede bi berdewamî got 2014'an li Wanê wan 12 şaredarî bi dest xistibûn lê vê hilbijartinê wê 14 şaredariyan bi dest bixin. Dede got, ''31'ê Adarê gelê me, hêzên demokrasiyê û têkoşîna me wê bi ser bikeve. Di vê pêvajoyê de em ê bi bawriya hevalên xwe yên rûmetdar bi teqezî em ê bi ser bikevin.''

'EV DU SAL IN VÎNA GELÊ ME HATIYE DESTESERKIRIN'

Hevseroka DBP'ê ya Bajêr a Wanê Ayla Tarhan jî got, ''Ev du sal in vîna gelê me hatiye desteserkirin. Weke ku hûn hemû jî pê dizanin glê Kurd her demê li vîna xwe xwedî derket û ti caran ji têkoşînê xwe nedaye paş.''

Tarhan bang li gel kir ku bi serlêdanên ku 20'ê Mijdarê dest pê kirin, hemû jin, ciwan li vîna wan xwedî derkvin.