HDP’ê li Dêrsimê serdana esnafa kir: Esnaf nikarin bazarê bikin

Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul di çarçoveya kampanyaya “Ji Bo Herkesê Edalet” de serdana esnafan kir û pirsgirêkên wan guhdar kir. Bulbul bal kişand ku esnaf nikarin bazarê bikin.

Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Dêrsimê serdana esnafên li navenda bajêr û herêma sanayî kir.

Parlementerên HDP’ê Alîcan Onlu û Kemal Bulbul, Hevseroka Bajêr Nûrşat Yeşîl û Îbrahîm Kasûn, Hevşaredarê Akpazarê yê ku li cihê wî qeyûm hatî danîn Orhan Çelebî û endamên partiyê tevlî serdanê bûn.

Parlementerê Dêrsimê yê HDP’ê Alîcan Onlû diyar kir ku dema hilberînên xwezayî nebe, hêza rikberiya di navbera esnafên li vir de namîne.

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul jî bal kişand li ser bêkariya li bajêr û da zanîn ku dikanên esnafan valene û nikarin bazarê bikin.