HDP Amed: 2023 wê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan

Di Kongreya HDP'ê ya Bajarê Amedê de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryardariya têkoşînê hate nîşandan.

Rêxistina Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Çareserî bi me re ye, Na ji şer û mêtingeriyê re" li Salona Dawetê ya Demîrok a navçeya Yenîşehîr a Amedê Kongreya xwe ya 4'emîn a Asayî lidar xist.

Tevî Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenterên bajêr, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Serokê Giştî Yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî Yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tiriyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş û bi sedan kes tevlî kongreyê bûn.

Li dû hilbijartina dîwana kongreyê, ji bo bîranîna şehîdên demokrasiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Remziye Tosûn got, "22 meh in deriyê Îmraliyê girtine. Bila dost û dijmin her kes zanibe ku sala 2023'an wê ji bo Kurdan bibe sala serketinê. 2023 wê ji aliyê fîzîkî ve bibe sala azadiya Birêz Ocalan."

Piştre Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan silav dan beşdarên kongreyê û gotin, "HDP hêvî ye, HDP gel e."

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek jî bi silavkirina berxwedana "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Îranê dest bi axaftina xwe kir û got, "Em bang li partiyên li Kurdistanê û Tirkiyeyê, bang li demokratan dikin; li dijî girtina HDP'ê em piştgiriyê bidin HDP'ê. Roj roja xwedîderketina li HDP'ê ye."

Çîftyurek bal kişand ser Veysî Ateş ku li Mêrdînê li dijî tecrîda li ser Ocalan bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Çîftyurek got, "Çima bedena xwe da ber agir? Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Em zanin ku 24 sal in tecrîdeke giran heye. 3 mehan carekê cezayê dîsîplînê didin û tecrîdê dewam dikin. Belasebep ceza didin. Em vê yekê şermezar dikin. Em ji vir bang dikin, tecrîdê tavilê bi dawî bikin."

Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş jî işaret bi rola diyarker a HDP'ê di hilbijartinan de kir û ji bo yekîtî û têkoşîna hevpar bang kir.

Kardaş destnîşan kir ku gelê Kurd, partiyên Kurd û saziyên Kurdan divê bibin yek û bersivê bidin êrîşan.

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay jî got, "HDP bi keda we, bi têkoşîna we li ser piyan e" û destnîşan kir ku wê komara demokratîk ava bikin. Ebrû Gunay got, "Em ê li her derê karê xwe dewam bikin. Amed ispata vê yekê ye. Biryardariya li vê derê ispata vê yekê ye. Em di demeke welê de ne ku faşîzma AKP'ê li her derê êrîşî destketiyên Kurdan dike. Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dike, êrîşî destketiyên Kurdan dike. Bêyî li ber xwe bikevin budçeya ji bo şer diparêzin. Dibêjin 'em ji xwarin we kêm dikin, ji bo desthilatdariya xwe bi kar tînin'. Gele me, alîgirên demokrasî û aştiyê wê helwestê nîşan bidin. Hilbijartinên 2023'an wê bibe hilbijartinên têkçûna AKP'ê."

Ebrû Gunay nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Abdullah Ocalan da û got, "Em ê li dijî tecrîdê, azadiyê biparêzin. Li gel Birêz Ocalan em ê di paşerojeke azad de civakek şad û kêfxweş ava bikin."

Di kongreyê de piştî axaftinan raporên li ser kar û malî hatin xwendin.

Herî dawî jî hilbijartin hate kirin û Hevserokên heyî Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan ji nû ve hatin hilbijartin.