HBDH: Niha dora têkoşîna hilweşandina faşîzmê ye

Komîteya Rêveber a HBDH'ê têkilî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û bi serkeftinê qedandina wê daxuyanî da û got, ''Ji niha û pê de têkoşîna me wê têkoşîna hilweşandina faşîzmê me''.

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDG) daxuyaniyeke nivîskî da û got, ''Berxwedana greva birçîbûnê ya ku beriya niha bi 200 rojî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî, rasterast ji hêla Abdullah Ocalan ve hate qedandin''.

Bi berdewamî hate gotin, ''Berxwedan bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest pê kir û heta niha weke aşîtekê mezin bû. 200 rojî berxwedana greva birçîbûnê bi tevlêbûnê nû, pêşî bi tevlêbûna bi dehan kesî û piştre bi tevlêbûna bi hezaran kesî bû tevgera berxwedanê. Qêrîna azadiyê ya ku Leyla Guven dayî destpêkirin bi milyonan kes lê xwedî derket.''

HDBH'ê domand, ''Çalakiyên greva birçîbûnê li zindanên Kurdistanê, Tirkiyê, li Ewropa,  Başûrê Kurdistanê û li gelek cografyayan mîna aşîtekê berbelav bûn.

Desthilata faşîst ku li bara berxwedanê bêgav mayî bi destgîrkirin, êşkence û qedexeyan hewl da ku berxwedanê asteng bike. Lê li gel her tiştî çalakiyên fedayî ku mirin dane ber xwe û nemir bûn her roj kevirek ji dîwarê tecrîdê şikandin. Şoreşgerên ku li pey hev bê dudiliyekê jiyana xwe di ber îdealên xwe de feda kirin, çespandin ku faşîzm dema ku pir xurt xuya dike çendî qels e.''

HBDH'ê berxwedana dayikên çarikspî bi bîr xist û got, ''Bi çarikên xwe yên spî li dijî tarîtiya faşîzmê li daxwaza azadiyê ya berxwedêrên zindanê xwedî derketin.''

HBDH'ê got, ''Dema ku em ketibûn vê rêyê me gotibû, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Tirkiyê û Kurdistanê azad bikin''. Pêngava me ya şoreşger qonaxa pêşî bi serfiraziyê pêk aniye. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûye. Ji niha û pê de têkoşîna me wê têkoşîna hilweşandina faşîzmê be. Piştî hilweşandina faşîzmê em ê zêdetir nêzîkî îdealên azadiyê yên gelên Tirkiyê û Kurdistanê bin.''

HBDH'ê fedayiyên vê pêvajoya berxwedanê ya li dijî tecrîdê, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Sîraç Yuksek, Mahsûm Pamay, Umît Acar û Ugur Şakar bi bîr anî û got ew ê hesabê wan ji desthilata faşîst a AKP-MHP'ê bipirsin.