HBDH: Ji bo serfiraziya berxwedanê her kes peywira xwe bike

HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gel kir ku li dijî tecrîda li ser Ocalan û ji bo xwedî derketina li greva birçîbûnê rabe ser piyan û berxwedanê serfiraz bike.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.

HBDH’ê di daxuyaniyê de got li Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoya têkoşîne dijwar heye, li dijî êrîşên dewleta Tirk her roj ji qadeke nû, ji eniyeke nû berxwedaniyek dertê holê û got, ‘’Niha jî li eniya pêş a vê têkoşînê hevalên me hene ku bi dirûşma ‘’Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’’ dimeşin.

 ‘DAXWAZÊN ÇALAKGERAN HEQ IN Û REWA NE’

HBDH’ê bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û got, ‘’Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, daxwazên heq û rewa ne ku divê hemû çewisandî û kedkar xwedî lê derkevin. Çalakiyên paralelelî grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger, ji bo gelen me yên kut ê xwestin di tarîtiya zindanê de werin veşartin, ronkahiya hêviyê ye.’’

DIVÊ GELÊ ME RABE SER PIYAN

Bi berdewamî hate gotin, meşa çalakgerên greva birçîbûnê ya bi biryardarî û bi çalakiyên fedayî yên li zindanan didome, pêvajoya ku ‘’eniyeke li pêş ya Şoreşa Yekbûyî temsîl dike, hatiye reşeke krîtîk.

Di vê qonaxê de, di serî de pêkhateyên me û hêzên me yên rêxistinî, divê hemû gelê me rabe ser piyan.

Dengê me divê bibe denge çalakgerên greva birçîbûnê, bi çalaki û bernameyên xwe divê ev deng bigiihije hemû beşên civakê.’’

‘DIVÊ EM DENGÊ ÇALAKGERAN BILIND BIKIN’

HBDH’ê bi domarî diyar kir, ji bo ku dawî li zexta tarî were anîn rêya wê ew e ku mîna çalakgerên greva birçîbûnê diqêrin, bi şikandina tecrîdê û bi hilweşandina faşîzmê pêk tê û domand, ‘’Li ser vê armancê tevgerbûyin ne tenê ya girtiyên şoreşger peywira hemû çewisandiyan e. Niha ya ku dikeve ser me ew e ku em li daxwazên çalakgeran xwedî derkevin, denge wan bilind bikin. Bêyî ku em ti rengê têkoşînê red bikin, bi her cure çalakiyê, peywira me ye ku em destekê geş bikin û ji bo ku ev çalaki biçe sêrî,  peywira li ber me ye ku em bibin parçeyek ji pêvajoyê. Di vê rêyê de divê hemû derfet werin seferberkirin.’’

 

BI MÎSOGERÎ WÊ BIGIHIJE ARMANCA XWE

 

HBDH’ê herî dawî got, ‘’Meşa bi wêrekî ya bi dirûşma tecrîd wê were şikandin û faşîzm were hilweşandin, bi mîsogerî wê bigihije armanca xwe û serfiraz bibe.’’