HBDH: Hemû çavkaniyên faşîzmê li ser lingan digirin hedef in

Komîteya Rêveberiya HBDH’ê ragihand ku nêzî 20 çalakiyên di navbera 1’ê Tîrmehê heta 12’ê Tebaxê hatine lidarxistin li xwe girt. Komîte hişyariya hemû çavkaniyên ku faşîzmê li ser lingan digire wê di hedefê de bin.

Komîteya Rêveberiya HBDH’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, 20 çalakî li xwe girt. Di nava van çalakiyan de çalakiya 10’ê Tebaxê ku li akşehîr a Konya li dijî konvoya leşkerî ya cebilxane li xwe digir û dîsa heman rojê çalakiya sabotajê ya li Reyhanliyê jî heye.

Tevgera Şorgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) diyar kir ku bi van çalakiyan ketine hêla dewleta Tirk a faşîst, faşîzma AKP/MHP’ê û hevkarên wan û got: “Me hesab ji dewleta Tirk xwest, em ê bi domdarî hesab ji wan bixwazin. Hemû spartekên aborî, îdarî, brokratîk û leşkerî yên dewleta TC’ê, faşîzam AKP/MHP’ê û hevkarên wê li ser lingan digirin wê hedefa milîsên HBDH û Yekîneyên Tolhildanê bin.

Milîsên HBDH û Yekîneyên Tolhildanê bi van çalakiyên bibandor li gorî kêhatiyên demê û serketî pêk anîye. Rêbaza serktina taktîk û şopandinê nayê nîqaşkirin. Ev çalakiyên ku di warê aborî û leşkerî de derbên xurt li wan hatin dayîn wê bidomin. Belavkirina van çalakiyan jî erkekî demê yê şoreşgeriyê ye.

Ev çalakiyên li ser navê Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Delal Amed, Şehîd Ûlaş Bayraktaroglû, Şehîd Ûlaş Adali, Şehîd Atakan Mahîr, Şehîd Baran Serhet, Şehîd Nûbihar Ozanyan, Şehîd Sevda Serînyel û Şehîd Xelîkan û milîsan tên kirin, di wê hêviyê de ne ku destpêkeke ji bo qonaxa nû ya têkoşînê li dijî faşîzmê be.

Li ser vî bingehî bang li ciwanên şoreşger û welatparên ên Tirkiye û Kurdistanê dikin, têkoşînê bilind bikin, li dijî faşîzmê li her qadê yekîtiyê bidin, hêza xwe bikin yek û hevpar çalakiyan bikin û hêza rêxistinkirinê ava bikin.

Divê ciwanên şoreşger ên yekbûyî li dijî faşîzmê hê zêdetir rol bilîze û li her derê di nava seferberiyê de pêşengtiyê ji pêvajoya berxwedan û têkoşînê re bike.Divê tevgera ciwanên Yekbûyî bi çalakî û rêxistinkirina xwe cesaret û ruh bide hêzên demokrasiyê, bibe pêşeng têkoşîna antî- demokratîkbûnê û şopînerê hêzên. Enceq wiha dikarin bibin layîqî nirxên bi keda Baranan, Atakanan, Sedayan, Rûbaran, Taylanan û Ûlaşan hatî avakirin.

Piştî vêya tişta pêwîst were kirin li dijî faşîzmê geşkirina têkoşînê û beşdarbûn e. Têkoşîna li dijî faşîzmê divê topyekûn be. Li dijî vê desthilatdariya faşîst divê her kes bi aktîf beşdarî têkoşînê bibe. Divê têkoşîn were geşkirin. Divê neyê rawestandin tam dema faşîzma AKP-MHP’ê tengav bûye û di demeke ku di aliyê siyasî, aborî û derve de krîz dijî divê berxwedan û têkoşîn were geşkrin.

Dewleta faşîst a TC mehkûmî hilweşandin û binketinê ye. Hemû bûyer û amaje îşaret bi vêya dike. Rejîm bi rêbazên şerê psîkolojîk dixwaze xwe bihêz nîşan bide, bikaranîna çapemeniya şerê taybet û amûrên desthilatdariyê dixwaze têkçûna xwe û serê krîzan veşêre.”

Komîteya Rêveber a HBDH’ê got ; “Di têkoşîna li dijî faşîzmê de heta tundiya şoreşgerî nebe serketin çênabe” HBDH’ê çalakiyên Yekîneyên Tolhildan û Milîsên HBDH’ê ‘silav kir’ û çalakiyên hatine kirin eşkere kir:

1’ê Tîrmehê li dijî daneyên TV yên li herêma Palmûtbuu ya Datça çalakiya sabotajê,

2’ê Tîrmehê li dijî Otela Grand a Îzmîr û otelên li derdora wê çalakiya sabotajê,

26’ê Tîrmehê li Atakoy Marîna û Pendîk Marîna li dijî geştiyên luks çalakiya sabotajê,

27’ê Tîrmehê li dijî keştiya Surat a li Bodrûmê çalakî,

28’ê Tîrmehê li dijî Stringeha Ambarli ya Stenbolê çalakî,

30’ê Tîrmehê li dijî fabrîqeya çekan a Konya Beyşehîr çalakî,

30 û 31’ê Tîrmehê li Denîzlî û Îzmîrê li dijî depoyên Yedîemîn yên girêdayÎ Wezareta Edaletê çalakî,

1’ê Tebaxê li dijî fabrîqeya girêdayî malbata Alî Kûrşat û Cem Boyner ya li navçeya Ayvalik a Balikesirê çalakî,

4’ê Tebaxê li dijî Herêma Sanayî Organize ya Denîzlî çalakî,

5’ê Tebaxê li dijî dibistana Piyade ya Tuzla çalakî,

6’ê Tebaxê li dijî Navenda Zanistê ya Uskudarê çalakî

6’ê Tebaxê li dijî fabrîqeya girêdayî malbata Erçal ku destekê dide AKP’ê li navçeya Alapli ya Zonguldakê çalakî,

9’ê Tebaxê li dijî fabrîqeya boyaxê ya Tuzla çalakî,

10’ê Tebaxê li dijî herêma sanayî ya Çiglî Îzmîrê çalakî,

10’ê Tebaxê li dijî konvoya leşkerî ya cebilxane li Akşehîr a Konya çalakî,

12’ê Tebaxê li dijî fabrîqeya hilberîa Kontyenr a li Bornova ya Îzmîrê çalakî hate kirin û ev çalakî bersiveke li dijî komkujî û zextên faşîzma AKP-MHP’ê yên li ser gelê me bersivek e.

Bang li pêşeng, welatparê, şoreşger û hemû beşên civakî yên demokratîk ên Tirkiye û Kurdistanê dikin ku li dijî desthilata AKP-MHP’ê ya şoven û miletparêz bibin yek, îtifaqa demokratîk a antî-faşîst ava bikin, têkoşîna hevpar mezin bikin, li dijî zext û qetlîaman hêzên xwe bikin yek û vedixwînin eniya çalakiyên hevpar lidarxistinê.

Carekî din şervanên xwe yên HBDH’ê bi rêzdarî bibîr tînin. Soza bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzmê didin, em ê tola şehîdên xwe hilînin.”