HBDH’ê salvegera PKK’ê de banga geşkirina têkoşînê kir

Komîteya Rêveber a HBDH’ê 40. salvegera PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir. HBDH banga “Li dijî faşîzmê hê bêhtir rêxistinbûyîn û geşkirina berxwedanê” kir.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) wiha got; “40 sal bi ser avabûna PKK’ê ya 27’ê Mijdara 1978’an re derbas bû. Em dikevein sala 41’an. Em salvegera 27’ê Mijdarê bi gefan, komkujî û êrîşên dewleta TC û hêzên emperaylîst re ru bi rû ne.”

Daxuyaniya HBDH’ê wiha didome;

“Ruhê berxwedanê yê kevneşopiya PKK’ê ku serî de li ser gelê Kurd û civakên din dayî avakirin hêzên desthilatdar aciz dikin. Hêzên emperyalîst berê bi komployekê navnetewî xwestin PKK’ê teslîm bigrin û niha jî li dijî gerîla teknolojiya herî pêşketî bi kar tînin û ji bo girtina endamên rêveberên PKK’ê bi xelata perayan dixwazin encam bigrin. Hêzên emperyalîst bi desteka leşkerî, aborî û siyasî yên ji bo dewleta TC'ê dixwazin PKK’ê bê bandor bikin. Armanca wan ew e ku dixwazin di şexsê PKK’ê de têkoşîna wekhev û azad a gelê Kurd têk bibin û teslîm bigrin.

Partiya Karkerên Kurdistan çawa ku demên derbasbûyî de hemû hesabên qirêj vale derxist wê îro jî bi hêza xwe hemû hesabên qirêj vale derxe. Hêzên emperyalîst-kapîtalîst wê tu caran encamê negrin. PKK tevgereke wiha ye ku hêza azadî û rizgariya gelê Kurd e. Li dijî çanda qirkirina fizîkî û çandî hertim di nava berxwedanê de bûye. PKK di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de bûye tevgerekî serketî ye. Li Kurdistanê bûye pêşengê ronahiya gelê Kurd. Lid ijî faşîzm û mêtîngeriyê çanda berxwedanê ava kiriye.

Di salvegera 40’î ya Partiya Karkerê Kurdistan de, li dijî faşîzmê geşkirina berxwedanê û li dijî hemû gefên leşkerî, û îmhayê yên li dijî gelê Kurd û PKK’ê em banga hesiyarî li welatparêz û hemû şoreşgeran dikin. Em banga rêxistinbûyîn û geşkirina têkoşînê dikin.

Hemû şehîdan bi rêzdarî bibîrtînin. Salvegera PKK’ê li kadroyên PKK’ê, gelê Kurd, welatparêz-şoreşger û hemû dostan pîroz dikin. Di têkoşîna sala pêşiya me de em serketinê dixwazin.”