Hate qedexekirina ku Zeynep Celaliyan malbata xwe bibîne

Hate qedexekirin ku siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan ku di dest rejîma Îranê de girtî ye û cezayê miebetê lê hatiye birîn, malbata xwe bibîne.

Zeyneb Celaliyan zindaniya siyasî ya Kurd e ku li Îranê cezayê miebbetê lê hatiye birîn, vê carê bi destûra Wezareta Îtleatê mafê wê yê dîtina malbatê hate qedexekirin. Berpirsên zîndana bajarê Xoyê nahêlin ku Zeyneb Celaliyan ji bo rewşa tendirûstiya xwe serdana bijîşkê pispor bike.

NEMA DIKARE MALBATA XWE BIBÎNE

Li gor Tora Mafên Mirovan ya Kurdistan (KHRN) roja Duşemê 24'ê Kanûnê, rayedarên zîndana Xoyê ji Zeyneb Celaliyan re gotine ku li gor biryara Wezareta Îtleatê ew ê nekaribe êdî malbata xwe bibîne.

NAHÊLIN KU TEDAWÎ BIBE

Ji aliyê din ve berpirsên zîndanê rê nadin ku Zeyneb Celaliyan ji ber rewşa xerab a tendirûstiyê serdana bijîşkê pispor bike. Girtiya siyasî hefteya bihurî ji ber êşa giran a gurçikan rakirin nexweşxaneya zîndanê lê berpirsan nehiştin ku ew ji bo çavdêriyekî pispor li ser rewşa wê serdana nexweşxaneyeke taybet bike.

Li gor rapora KHRN zext û fîşara li ser Zeyneb Celaliyan di du mehên dawî de derbasî qonaxeke nû bûye û piştî destgîrkirina parêzerê wê Emîr Salar Dawûdî, bêyî ku sebeb were gotin hemû alavên wê yên kesayetî weke cil, betanî, nivîs û kitêb hatine desteserkirin.

CELALIYAN DEST BI GREVÊ KIR

Zeyneb Celaliyan ji Sibata 2017'an ve guhnedana zîndanê ya li ser rewşa wê û her wiha sextekariya îstixbaratê Îranê ku belgeyên beravojkirî li ser tendirûstiya wê dabûn medyayê protesto kir û kete greva derman de. Ew grev heta niha jî berdewam e.

ZEYNEP CELALIYAN KÎ YE?

Zeyneb Celaliyan sala 1982'an li gundê Deym Qişlaq li parêzgeha Makûyê ji dayîk bûye. Celaliyan sala 2007'an ji aliyê îstixbarata Îranê hate girtin. Ew mehekê di girtîgeha Îtleata Kirmaşanê bi tawan 'endamtiya PJAK'ê hate lêpirsîn û êşkencekirin. Di mehkemeyeke qels de di sala 2008'an de cezaya darvekirinê li Celaliyan hate birîn. Di 2009'an de dadgeha bilind a rejîma Îranê ev biryar qebûl kir.

Celaliyan di heman salê de rakirin zîndana Êvîn ya li Tehranê û li wê derê bi soza ku 'em ê te azad bikin' ji wê xwestin di dîmenekî de li xwe mikur were. Lê Celaliyan pêşniyara hikumetê red kir. Ew yek jî bû hincet ta ku wê vegerînin zîndana Dîzil Abad a Kirmaşanê.

Di sala 2011'an de biryara darvekirinê guherî bi girtina bêdawî û di sala 2014'an de Zeyneb veguhestin zîndana bajarê Xoyê. Ji Çileya 2017'an ve Celaliyan ji ber kêmasiya berpirsên zîndanê li ser tendirûstiya wê ketiye greva dermanan.