Hate îddîakirin ku endamê MÎT’ê Heysem Topalca miriye

Hate îddîakirin ku Heysem Topalca yê ku endamê MÎT’a Tirk e û di heman demê de yek ji berpirsê çeteyên DAÎŞ û El Nûsrayê ye û dihat sûcdarkirin ku êrîşa Reyhanliyê organîze kiriye li Konyayê bi awayekî bi guman miriye.

Hate îddîakirin ku Heysem Topalca yê ku endamê MÎT’a Tirk e û di heman demê de yek ji berpirsê çeteyên DAÎŞ û El Nûsrayê ye û dihat sûcdarkirin ku êrîşa Reyhanliyê organîze kiriye li Konyayê bi awayekî bi guman miriye.

Li gorî nûçeya rojnameger Cevherî Guven Topalca li ser rêya Karapinar-Konyayê li herêma Merdîvenlî ya Taxa Akçayaziyê di 10’ê Sibatê de saet di 21.00’an de miriye. Tê diyarkirin ku wesayîta bi plakaya 68 KH 911 a ku Topalca tê de bûye û TIR’a bi plakaya 06 KH 8433 li hev ketine.

Tê diyarkirin ku di lihevketinê de Topalca, Macît El Haci (33) û Bîlal El Muhammed (21) mirine.

Di heman qezayê de Done Abdullah (55), Nureddin El Hac Alî (19), Abdullah El Hac, Îbrahîm El Muhammed (30) û Halît Bargût (15) jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeyê ajovanê TIR’ê Mûstafa Ûsta jî piştî ku îfadeya wî hatiye stendin, serbest hatiye berdan.

Heysem Topalca tevlî gelek sûcan bûbû. Têkiliyên wî yên bi dewleta Tirk re jî eşkere ne. Gelek şahid û belge derketin holê ku ew ji MÎT’ê re dixebite.

LIGEL KU CEZA LÊ HATIBÛ BIRÎN EW BI SERBESTÎ DIGERIYA Û SÛC DIKIR

Topalca yê ku ‘bersûcê firarî’ yê ji ber qetlîama Reyhanliyê ya di sala 2013’an de û êrîşa DAÎŞ’ê ya di Adara 2014’an de li Ûlûkişlaya Nîgdeyê hatibû kirin û di Kanûna 2015’and e 12 salan ceza lê hatibû birin. Ligel vî cezayî Topalca tevî gelek kesan bi wesayîtan digeriya û ev jî têkiliya wî ya bi dewleta Tirk re eşkere dike. Tê diyarkirin ku Topalca di navbera salên 2011-2014’an de herî kêm 873 caran ketiye Tirkiyeyê û derketiye. Di 7’ê Mijdara 2013’an de li Edeneyê di doza TIR’ê de tevî 953 hawan û 10 serikên fuzeyan hatibû girtin, piştî îfadeyê jî serbest hatibû berdan.