Hassan serdana wekîlên HDP’ê yên di grevê de ne kir

Parêzerê Sekreterê Giştî yê Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (ERGF) Ahmed Saadet Mahmod Hassan, li avahiya HDP’ê bi serdanekê piştevaniya xwe ya bi grevên birçîbûnê re anî ziman.

Parêzerê ERGF’ê Ahmed Saadet Mahmod Hassan piştî serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 170 roj in di grevê de kir û şûnde serdan wekîlên HDP’yî ên ji 3’yê Adarê ve di grevê de ne kir.

Di serdana Hasan a ji bo wekîlên HDP’yî Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç a li avahiya HDP’ê de aktivîsta Tevgera Jina Kurd (TJA) Ayşe Gokkan jî cih girt.

Hassan ê li vir axivî bibîr xist ku li Filistînê 5 hezar kes li girtîgehan di grevê de ne û got: “Ahmed Saadet ê parlementerê Filistînê ye 4 sal in di girtîgehê de ji bo gelê Filistînî têkoşîn dike û parêzvanê mafê mirovan e. Destekê didin greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven destpêkirî dikin. Têkoşîna me hevpar e. Bi hêvî me ku wê ev têkoşîn bi ser bikeve.”

Wekîlê HDP’yî Tayîp Temel grevên birçîbûnê yên li Filistînê didome silav kir û got: “Di gelek aliyan de têkoşîna me hevpar e. Li Tirkiyeyê mîna Filistînê parlementer bi sala in bêhiqûqî di girtîgehan de ne. Li gel vê bi hezaran kes li girtîgehan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe, ketine grevên birçîbûnê. Tevî ku daxwazên tên kirin rewan e, lê desthilat ji nedîtî ve tê. Em jî bi hêvîne ku wê berxwedana em bi ser bikeve.”