Haşdî Şabî: Depoya me bi êrîşeke hewayî hate teqandin
Haşdî Şabî diyar kir, bi êrîşeke hewayî depoya wan a çek û cebilxaneyan hatiye teqandin.
Haşdî Şabî diyar kir, bi êrîşeke hewayî depoya wan a çek û cebilxaneyan hatiye teqandin.
Ji rayedarên Eniya Bakur a Haşdî Şabî Cewt Esafî li ser êrîşa doh daxuyaniyek da û got, "Zelal bû ku êrîşa doh a li dijî depoya çek û cebilxaneyan a Haşdî Şabî ji hewayê hatiye kirin."
Esafî got, wan tespît nekirine bê bûne hedefa kîjan welatî û diyar kir, ji bo lêpirsîna li bûyerê wê çend tîman wezîfedar bikin.
Doh danê nîvro li depoya çep û cebilxaneyan a Haşdî Şabî ya li Xurmatûyê teqînek pêk hatibû. Ji ber teqînê 2 miribûn, 34 kes birîndar bûbûn ku sivîl jî di nav de hebûn.